TJK-E: Bi yek dil û dengî em li Newrozê li hev bicivin!

TJK-E di peyama xwe ya Newrozê de bang li her kesî bi taybetî jinan kir ku li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin yek û ji bo Newroza ku wê 25 'ê Adarê li Frankfûrtê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya TJK-E'yê de ev tişt hate gotin:

“Di dîrokê de yên ku li dijî hemû mêtingeran li ber xwe dane her tim hebûn. Îfadeya civakî ya herî xweş a berxwedanê Newroze ku bi têkoşîna mezin a Kawayê Hesinkar ya li dijî Dehaqê zalim, xwerêveberiya gel afirand ku bi têkoşîneke yekbûyî, parvekirin, moral û coş dikare bi ser bikeve. Îro gelê me yê ku bi pêşengiya jinan qîr dike ku wê di siya Dehaqan de nejîn, bi dagirtina qadan nîşan daye û di her şert û mercî de bi tilîliyên berxwedanê li meydanan kevneşopiya berxwedanê hembêz kiriye.

Ji ber vê yekê Newroz di dîrokê de weke roja şiyarbûn, berxwedan û vejîna hemû gelan, bindestan û jinên ku li hemberî hêzên hov û serdest berxwedan hilbijartiye, cihê xwe girtiye. Cejna Newrozê, cejna berxwedan û yekîtiyê li hemû gelê me bi taybetî li Rêber Apo pîroz be. Em Newroza hemû jinên ku di sedsala 21’an de pêşengiya şoreşa jinê kirin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berxwedan û têkoşîn bilind kirin, pîroz dikin. Hevrê Mazlûm Dogan di serî de yê ku li zindana Amedê bûye Kawayê Hesinkar a hemdem ku bi sê darikên niftikê ji tariyê re bû ronahî, em Zekiye, Rahşan, Bêrîvan, Ronahî û Sema yên ku Newroz veguherandin kevneşopiya berxwedanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em careke din sozê didin ku em ê helwesta wan a têkoşer a ku wate li Newrozê bar kiriye veguherîne meşên Newrozê. 

Çanda berxwedanê ya li Kurdistanê ji dîrokê heta roja îro bi Newrozê mezin bûye. Ji bo ev kevneşopî mezin bibe û zindî bimîne bi hezaran sal in gel li berxwe dide. Cejna Newrozê di vê xaka qedîm a gelan de bi hezaran sal e yek ji cejnên herî kevnar ên civaka exlaqî û polîtîk e. Îro careke din ruhê Newrozê li heman xakan hê zêdetir mezin bûye, hêviyê daye gelan. Helwesta berxwedanê ya gelên Rojhilata Navîn, li Kurdistanê bi fikir, felsefe û îdeolojiya Rêber Apo ji nû ve zayîn dibe. Ev zayin ruhê Newrozê zindî dike. Rêber Apo di destpêka têkoşîn û meşa azadiyê de rastiya gel, çanda berxwedanê û ruhê Newrozê ji nû ve zindî kir. Vê heqîqetê gel ji xweliyê xwe ji nû ve zindî kir. Têkoşîna gelê me û pêşengiya şoreşgerî ya jinên Kurd ev rastiya nîv sedsalê bi hezaran bedel îspat kiriye.

Di demekê de ku bûyerên dîrokî diqewimin û her tişt hîn bêhtir şênber dibin, em Newroza sala 2023'an pêşwazî dikin. Di Şerê Cîhanê yê 3'yemîn de ku li vê xakê diqewime, ji bo gel bi ser bikevin divê em li her qadê têkoşînê mezin bikin. Rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst ji ber ku di vê yekê de bidawîbûna xwe dibîne, hîn bêhtir êrîşkar bûye. Erdheja ku 6'ê Sibatê qewimî û bûyerên piştre rû dan, rûyê rast ê vê tifaqa qirêj careke din raxist pêş çavan. Ev êrîşên li ser Rêber Apo ku bi salan e li Îmraliyê di bin tecrîd û êşkenceyeke giran de tê hiştin, ji bo qirkirina Kurdan e. Me ev êrîş ti carî qebûl nekir, em ê ti carî qebûl nekin. Divê rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst bi vê zanibe; gel û jinên Kurd wê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin rejîma faşîst. Mîna doh îro jî li her derê wê li dora Rêber Apo bicivin, bibin temînata demokrasî, edalet û wekheviyê. Têkoşîna ku me jinan di 8'ê Adarê de nîşan dan, temsîla ruhê Newrozê ye. Meşandina pêngava 'Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin' a bi ruhê Newrozê, berpirsyariyeke dîrokî ye ku li pêşiya me ye. Bi vê baweriyê xwedîderketina li ruhê Newrozê wê biharbûna jinê ya ku 8'ê Adarê destpê kir bike biharbûna gelan a 21'ê Adarê. Em ji bîr nekin; dem dema rabûna li ber zilm, zext, komkujî û faşîzmê ye, dem dema serketinê ye. Dem ew dem e ku bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve bimeşe.

Li ser vê bingehê em bang li jin, ciwan gelê me û dostan dikin ku li dora Rêber Apo bicivin, li her derê agirê Newrozê geş bikin. Di serî de jin em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi kinc û rengên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya 25'ê Adarê ya li Frankfûrtê bibin. Di çarçoveya pêngava 'Dema azadiyê ye' em biherikin qadên Newrozê û bi yek dil û dengî helwestê nîşan bidin."