Tevî provakasyonan jî Meşa Dirêj a li Elmanya didome

Di dema meşa bi daxwaza ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî ji bajarê Bonn ê Elmanyayê hate destpêkirin de, êrîşeke provakatîv hate kirin.

Maş Dirêj a 9’ê Îlonê hatibû destpêkirin dema di navbera Troîsdorf û Kolnê de bûn li ser heqaretkirina welatiyeke Tirk rageşî derket.

Dema ku ji çalakvanên ku dirûşim qîr dikirin yek ji aliyê polîsên Elman ve hate destgîrkirin, çalakvanan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakvanên di dopêça polîsan de bûn daxwaza berdana hevalê xwe kirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, piştî kontrolkirina nasnameyê ew ciwan wê bê berdan. Piştre li bendê ye ku meşa saet derdorî 17:00’an bigihêje pêşiya Dêra Don a li Kolnê û li wir mîtîngekê bikin.