TEV-ÇAND Ewropa: Feyzoyê Rizo pira navbera nifşan bû

TEV-ÇAND Ewropayê ji ber koça dawî ya dengbêj Feyzoyê Rizo sersaxî ji malbata wî û gelê Kurdistanê re xwest û got, "Bi koçkirina wî re hem tevgera me hem çanda resen a stranbêjiyê endamekî xwe yê paqij û dilnizim wenda kir."

Tevgera Çandê ya li Ewropayê (TEV-ÇAND Ewropa) ji ber koça dawî ya Feyzoyê Rizo peyamek weşand.

Di destpêka peyamê de hate gotin, "Bi dilekî xemgîn me şeva Sêşema 07.11.23  nûçeya koçkirina dengbêjê welatparêz Feyzoyê Rizo bihîst."

Peyama TEV-ÇAND Ewropayê bi vî rengî dewam kir:

"Feyzoyê Rizo ku ji malbateke hunermend û çandparêz dihat, weke pira navbera nifşê kevin û yê nû yên dengbêjiya gelêrî de bû. Wî bi Apanên xwe Mecidê Fars, Şeroyê Biro û bi kurê xwe yê hunermend Titalê Feyzo re straye. Bi derbasbûna tevgera azadiyê ji Qefqasyayê re, Feyzoyê Rizo di strangotinê de hîn bêhtir aktiv dibe û êdî sînorê Qafqasyayê derbas dike. Di şahî û pirozbahiyên neteweyî de cih digire. Bi dilekî xweş û moraleke bilind serdana welatê xwe dike û bi hostayê Mey û fîqê Egîdê Cimo re beşdarî Festival û Newrozan dibe.  Ew endamekî xwezayî yê Tevgera me ya Çand û Hunerê bû û heya roja dawî dilsozekî têkoşîna azadiyê bû.

Bi koçkirina wî re hem tevgera me hem çanda resen a stranbêjiyê endamekî xwe yê paqij û dilnizim wenda kir.

Bi kesayetiya xwe ya dilovan û dilnizm, bi hunera xwe ya resen ew ê her nirxekî me yê giran buha bimîne.

Serê malbata wî, hezkiriyên wî û serê gelê Kurdistanê sax be."