TCŞ-TekoJIN: Werin em 14’ê Gulanê li Zurîhê li dijî faşîzm û xiyanetê bicivin

TCŞ û TekoJIN'ê bang li Kurdistanî û dostên wan kirin ku di 14'ê Gulanê de li Zurîhê li dijî faşîzm û xiyanetê bikevin nava liv û tevgerê.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) têkildarî çalakiya ku 14’ê Gulanê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên bi hevkariya dewleta Tirk a faşîst û PDK’ê pêk tê, daxuyaniyek dan.

Ciwanan bikaranîna çekên kîmyewî a li Zap, Metîna û Avaşînê yên li dijî gerîlayan şermezar kirin û gotin: “ Divê li her derê çalakî bên lidarxistin.“ Ciwanan anî ziman ku wê xwedî li meşa girseyî a li Zurîhê derkevin û ji zîhniyetên faşîst re bersiva pêwîst bidin.

'BERXWEDANA PARASTINA HEBÛNÊ'

Daxuyaniya nivîskî ya komîteya amadekar a meşê wiha ye:

“Ji bo gelê me yê welatparêz û dostên me yên bi nirx.

Şerê ku dewleta Tirk a faşîst û hevkarê wê PDK‘ê, li dijî gerîlayê Azadiyê daye destpêkirin, her roja ku diçe qirêjtir dibe. Bêdengiya dewletên emperyalîst û qaşo saziyên mafên mirovan diparêzin, piştgiriyê didin van her du hevkaran. Dewleta Tirk a faşîst li hemberî gerîlayên leheng çekên kîmyewî bikartîne û ew bi xwe jî vê yekê di televîzyonên xwe de tînin ziman. Li hemberî vî sûcî bêdeng mayîn, hevkariya vî sûcî ye.

EM HER DERÊ BIKIN QADA BERXWEDANÊ

Gerîla li hemberî vî şerê qirêj berxwedanek pir mezin û dîrokî, nîşa dide. Ev berxwedan, berxwedana şerê parastina hebûnê ye. Her kesê ku heskirina gerîla û mirovahiyê di hundirê xwe de digre, divê vê berxwedanê bigihînin qadan. Li ser vî esasî wê di bin pêşengiya ciwanên li Ewrupa dijîn de, li Zurîhê çalakiyek bê lidarxistin. Banga me ji bo gelên Kurdistanê û dostên bi nirxe. Bi ruhê berxwedêr ê gerîla, em her derê bikin qada berxwedanê.”

Çalakî wê di 14’ê Gulanê saet 13.00’an de li navnîşana Platzpromenade 8006 (Landesmuseum) bê lidarxistin.