TCŞ’ê li Viyanayê çalakî lidar xist

Endamên tevgera ciwanên Kurd TCŞ’ê li paytexta Avûstûrya Viyanayê bi meşekê dewleta Tirk protesto kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) şeva 4’ê Adarê di saet 18.30’an de li paytexta Avûstûrya Viyanayê meşek lidar xist.

Meş ji Colûmbûsplatzê heta Reûmanplatzê dewam kir. Di meşê de dirûşmeyên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin û wêneyên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hat şewitandin.

Ciwan bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bikaranîna çekên kîmyewî li hemberî gerîla qebûl nakin. Ciwanan gotin: “Em ê her tim li qadan bin.”