TCŞ’ê ‘konsepta êrîşa’ li Belçîka û Fransayê şermezar kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) êrîşên li Belçîka û Fransayê li dijî gelê Kurd û saziyên çapemeniyê hatin kirin, şermezar kir.

TCŞ ÊRÎŞA LI BELÇÎKA Û FRANSAYÊ ŞERMEZAR KIR

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “Duh bi şev li Belçîkayê bi êrîşên dewleta Tirk a faşîst re hemwext, bi ser saziyên çapemeniyê yên Kurd de hatin girtin. Ev serdegirtina ku li dijî avahiyên Medya Haber TV û Stêrk TV ku dengê gelê Kurd e, hatî kirin nayê qebûlkirin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin: “Bi hemwextê vê êrîşa ku li dijî Çapemeniya Azad hatî kirin, dewleta Tirk a faşîst jî xebatkarên Çapemeniya Azad binçav kirin. Ev yek tifaqa qirêj a dewleta Belçîkayê radixîne ber çavan.

Her wiha li ser bingehê hevkariya bi dewleta Tirk re, dewleta Fransayê jî êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd zêde kirine û îro di saetên siharê de li Parîs û Marsîlyayê bi ser Navendên Çanda Kurd a Demokratîk de girtine û endamên navendan binçav kirine.

Weke ciwanên Kurd em vê konsepta êrîşê ya li dijî gelê Kurd, qebûl nakin. Yên ku ji bo qirkirina Kurdan bûne hevkar, bila bizanin ku em ciwanên Kurd wê têkoşîna xwe geştir bikin û bidomînin.

Di vê çarçoveyê de weke TCŞ em bang li ciwanan dikin ku li her devera Ewropayê bikevin nav liv û tevgerê, ji bo pûçkirina vê konseptê û ji bo teşhîrkirina tifaqa dewletên Fransa û Belçîkayê ya bi dewleta Tirk a faşîst û qirker re, xwedî li saziyên xwe derkevin û li dijî faşîzmê bisekinin.”