Sûcên dewleta Tirk ên li Rojava, li Parîsê hatin vegotin

Bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî yên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku di dema êrişên dagirkeriyê yên li Serêkaniyê û Girê Spî kete rojevê, bi belgeyên xwe li Parîsê ji raya giştî re hatin eşkerekirin.

Li ser sûcên şer ên ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema êrişên xwe yên dagirkeriyê de kir, Civaka Demokratîk a Kurd a li Fransayê civîneke çapemeniyê li Şaredariya Parîsê ya Marîrîe du 2e Arronddîssementê pêk anî.

Şaredar Jacqûes Boûtaûlt, Nûnerê PYD'ê yê Fransayê Xalid Îsa, Dr.Abbas Mansurî û Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd beşdarî konferansa çapemeniyê bûn.

Şaredar Boûtaûlt di destpêkê de axivî û kêfxweşî û serbilindahiya xwe ya ji ber malovaniya li civîneke wiha anî ziman.

Boûtaûlt destnîşan kir, ku divê ew ti carî ji bîr nekin ku Kurdan ji bo cîhanê, ji bo mirovahiyê li dijî komên cîhadîst ên tundrew li ber xwe dan.

Dr. Xalid Îsa jî spasiya Şaredariyê kir û bi bîr xist, di encama têkoşîna Kurdan a dijî DAÎŞ'ê de mirovahiyê gelek destketiyên mezin bi dest xistine.

Îsa destnîşan kir, ku niha li dijî Kurdan çekên qedexekirî tên bikaranîn, li gel hebûna belgeyên vê yekê jî çapemeniya cîhanê bêdeng e, ku ev yek cihê rexnekirinê ye.

DR. ABBAS MANSÛRÎ QALA REWŞA BIRÎNDARÊN JI BER ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ BIRÎNDAR BÛN

Yek ji qisekerên konferansa çapemeniyê Dr. Abbas Mansûrî bû, ku kesên ji ber çekên qedexekirî û kîmyewî li Rojava birîndar bûn tedawî kir.

Dr. Mansûrî bi wêne û dîmenan nîşan da ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çekên qedexekirî bi kar aniye.

Dr. Mansûrî diyar kir ku du hefte ne ew ji Rojava vegeriya ye û got, "Rewşa kesên ku bi çekên qedexekirî weke bombeyên fosforê birîndar bûn nebaş e. Birînên wan giran û şewitî bû."

Dr. Mansûrî anî ziman ku ji bo dermankirina birîndaran wan alîkarî ji saziyên navneteweyî xwestin, lê belê kesî alîkarî nekir û got, "Tenê Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî şand. Ew dermanên ku şandin jî li sînorê Başûrê Kurdistanê hatin sekinandin û Herêma Kurdistanê nehişt ku derman derbasî Rojava bibe."

Dr. Mansûrî diyar kir ku li Rojava zarok, sivîl bi çekên kîmyewî hatin kuştin û kesên ku ev yek kirin divê li qada navneteweyî bên darizandin.

NÛRÎ MEHMÛHD: DEWLETA TIRK HEM ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ BI KAR TÎNE, HEM JÎ DIDE ÇETEYÊN XWE

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd jî bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk û anî ziman, ku ji ber êrişên vê dawiyê yên dewleta Tirk û çeteyên wan herî kêm 200 hezar mirov neçar man koç bikin.

Mehmûd ragihand, ku dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan dixwaze artêşeke mîna DAÎŞ'ê bi navekî cuda ava bike û gelek tiştên xerab bi rêya wan bike.

Mehmûd got, "Bila her kes zanibe ku çekên Komara Tirk li dijî herêmê bi kar tîne çekên qedexekirî ne. Heman çekan dide çeteyan jî. Erdogan dixwaze careke din tevgereke Osmanî li dar bixe."

Nûrî Mehmûd bal kişand ser agirbestên navbera Tirkiye û Emerîka û Rûsyayê û anî ziman, ku dewleta Tirk li gorî vê yekê tevnagere, bi çekên NATO'yê tevî komên xwe yên çete êrişên xwe dewam dike.

Mehmûd bi bîr xist ku 70 hezar DAÎŞ'î bi jin û zarokan di girtîgehan û kampên wan de ne, Erdogan dixwaze xwe bigihîne wan û bi navê 'Artêşa Sûrî ya Azad' wan ji nû ve bi rêxistin bike.