Sosyal demokratan dengê xwe ji nû ve zêde kir

Sosyal demokrat ên li Elmanyayê ku dengê xwe gelekî kêm bûbû, li gorî lêkolîna dawî ya li nava raya giştî, dengê xwe ji nû ve zêde kirine.

Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a Elman, bi temenê xwe yê 156 salan ne tenê li Elmanyayê li tevahiya Ewropayê yek ji partiyên kevn û bingehîn e. Lewma kêmbûna dengên wê bal dikişand. SPD'ê Kanûna derbasbûyî rêveberî û lîderên xwe yên nû hilbijart. Ji bo hevserokatiya partiyê Saskîa Esken û Norbert Walter-Borjans hatin hilbijartin. SPD kêm jî be bi nûçeyeke erênî dest bi sala nû kir.

Li gorî anketa ji aliyê şîrketa Emnîd ve hate kirin û li rojnameya Bîld am Sonntagê hate weşandin, SPD'ê 1 ji sedî dengê xwe zêde kir û gihîşt 15 ji sedî. Dengên SPD'ê di havîna derbasbûyî de daketibû heta 11 ji sedî. Zêdebûna dengê SPD'ê ji bo paşeroja hikumeta Xiristiyanên demokrat-Sosyal demokratan a bi Serokwezaretiya Angela Merkel girîng e.

Li gorî anketê, rêjeya dengê partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) a Serokwezîr Angela Merkel 1 ji sedî kêm bû û daket 26 ji sedî. Dengê Partiya Keskan 21 ji sedî, ya Partiya Çep û FDP'ê 9 ji sedî, AfD jî 14 ji sedî ye. SPD'ê careke din derket pêşiya partiya rastgiriya tund AfD'ê û bû sêyemîn mezintirîn partiya welêt.

LI HAMBÛRGÊ SPD'Ê KÊM KIR, PARTIYA KESKAN DERKET PÊŞ

Di vê navberê de hilbijartinên sala 2020'an ên li Elmanyayê wê li Eyaleta Hambûrgê dest pê bikin. Beriya hilbijartina Eyaleta Hambûrgê ya 23'ê Sibatê li gorî anketan rêjeya dengê SPD'ê 29 ji sedî ye. Partiya Keskan jî 29 ji sedî, Partiya Çep 10 ji sedî ye.

Tê payin ku rengê hikumeta eyaletê ya SPD û Keskan neyê guhertin. Di serî de Cansû Ozdemîr ji lîsteya Partiya Çep gelek Kurdistanî û Tirkiyeyî li Hambûrgê tevlî hilbijartinê dibin.