SMJÊ û YJK-E'yê ji bo salvegera Fermanê bernameya çalakiyê ragihand

SMJÊ û YJK-E'yê ji bo salvegra Fermana Şengalê ya 3'yê Tebaxa 2014'an bernameyeke çalakiyan danî û bang ki ku statûya Şengalê were naskirin, Ferman weke jenosîd û femînîsîd were qebûlkirin.

Sîwana Meclîjên Jinên Êzîdî (SMJÊ) û Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanyayê (YJK-E) bi daxuyaniyeke niviskî Fermana Şengalê ya 3'yê Tebaxa 2014'an bi destê DAÎŞ'ê pêk hatî bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate gotin Ferman bi rêbazên cuda tê domandin, ji jin û zaroyên Êzîdî yên ku hatine revandin gelekên ji wan hê aqûbeta wan ne diyar e, bang li YE, NY'yê kir ku Fermana Şengalê weke jenosîd û femînîsîd nas bikin û qebûl bikin.

SMJÊ û YJK-E'yê bernameya çalakiyan a ji bo salvegera Fermanê jî ragihandin.

Daxuyanî wiha ye:

''Bi wesîleya 6’emîn salvegera fermana Şengalê a ku di 3 ê Tebaxa 2014'dan ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê û hevkarên wan li Şengalê pêk hatiye û bi rêbazên cûr bi cûr tê domandin, em bi rêzdariyek mezin tevahî cangoriyan bi bîr tînin. Heyanî rizgariya tevahî jin û zarkên Êzidî bi baweriya ku azadiya jinên Êzidî wê statuya Şengalê mîsoger bike em ê têkoşîna xwe geştir bikin.

3'YÊ TEBAXA 2014'AN

Di demeke pir kin de rêxistina terorê çeteyên DAÎŞ’ê bi awayekî herî hovane di kesayeta jinên Êzidî de êriş anî ser wargeha Êzîdiyan Şengalê. Li pêşberî raya giştî a Cihanî de bi hezaran him bi komî û him yekane qetil kir. Zêdetirî 6500 kes bi taybetî jin û zarok ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin revandin, destdirêjî li wan kirin, li bazarên 'koletiyê' kirîn û firotin. Hîn heyanî van kêliyan aqûbeta nîvê kesên ku hatin revandin nediyar in. Ji zêdetir 500 Hezar ferdên Êzidî bi dehhezaran bi darê zorê koçber kirin, bi hezaran ji ber germa havînê, bîrçî û tîbûnê li çiyayê Şengalê jiyana xwe ji dest dan. Raya giştî a cîhanê û di serî de civaka Êzidî bû şahîdê hêza rasteqîn a kurdewarî û mirovî ku ji aliyê hêzên parastinê yê Tevgera Azadiyê di serî de YJA- STAR û YPJ/ û HPG-YPG hatin rizgar kirin û bi rêya korîdora mirovî li cihê ewle li Rojava hatibun bi cih kirin. Li beramberî vê heqîqetê, hêza ewlehî a girêdahî hikûmeta Kurdistanê PDK di heman rojê de bi 14 Hezar peşmergeyên ji Şengalê reviyan.

'BI XWEBÛNÊ LI DIJÎ QIRKIRINA JINÊ'

Li gorî bîrdoziya îslama radîkal a DAÎŞ’ê civaka Êzidî ji ber baweriya xwe û çanda xwe divê bi darê zorê teslîm bibe an jî bi tevahî bên tûne kirin. Da ku ev pêk bê çeteyên DAÎŞ’ê tevahî şêwazên xwe yên tundiyê yên faşîzane li dijî jinê pêk aniye. Ji lewra jî fermana 74'an di heman demê de jî qirkirinek jinê bu. Ji ber ku qirkirina jinê tevahî tundiyên fîzîkî, ruhî, çandî û hwd. Bi armanca mêtîngeriya jinê, pêk tê. Hewl dide wiha hêza bingehîn a jiyanê bi darê zorê ji jinê bistîne û mîna koleyek modern bikar bîne. Di esasa xwe de jin bi dîroka 5 Hezar sal a qirkirina jinê ango femînîzîd re rûbirû maye. Bi wê zanebûnê û zanistê jinên Êzidî bi tevahî jinên kurd bi hev ra hêza xwe ya xwebûnê a xweparastin, xwerêvebirin û xwerêxistinkirin ava kiriye. Di encama wê de Yekînêyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di nav fermanê mîna perspektîfek jiyanî xwe afirandin û pêşengtiya dîrokî ji xwe re û civaka xwe ra dike. Yên ku wek hêza hêrî lawaz û bêvîn dihate pênasekirin îro li dijî pergala baviksalarî bu hêza herî bi vîn û pêşeng a ji tevahî jinên cîhanî re.

ŞENGALÊ BIPAREZE

Vegera zêdetirî 1500 malbatên Êzidî ser xaka pîroz a Şengalê û hewldana xwegihandina azadiyê û aşitiyê yê civakê hêrsek û tirsek mezin li gel dewleta Tirk a dagirker bi taybetî Erdogan de ava kiriye. Konsepta wan ya fermana nîvcomayî yên hevkarên wan çeteyên DAÎŞ’ê temam bike; bi temamî bi vîna azad a jinên Êzidî û tevahî civakê hate ruxandin. Endama NATO'yê dewleta Tirk a dagiker bi êrişên xwe yên ser Şengalê li dijî civaka Êzidî berdewama fermana 2014'dan îfade dike û ji êrişên li tevahî herêmên Başûr û Rojavayê Kurdistanê qut nîne. Tevî ku raya giştî û di serî de hêzên berpirsiyar ku qaşo mafên mirovan diparêzin di serî de NY û YE li beramberî suçên mirovahiyê a dewleta Tirk bêdeng dimînin. Bi tenê bi wê sînordar nîne, di serî de dewleta Elmanyayê di warê siyasî, aborî, eskerî de piştgiriya vê suçê dike. Divê demildest hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re were rawestandin. Dewsa wê êdî alîkariya mirovî ji bo ji nû ve avakirina Şengalê derbasî meriyetê bibe. Em bang li NY û YE dikin xwedî li sozên xwe derkevin û qirkirina Şengalê wek femînsîd û jenosîd fermî nas û qebûl bikin, li gorî vê gavan bavêjîn.

BANG

Em bang dikin:

– Roja 3’yê Tebaxê fermî bibe roja navnetewî ya li dijî qirkirina jinê û ji tevahî jin û zarokên dîlgirtî re azadî.

– Statuya Şengalê fermî were naskirin.

– Di çarçovêya darizandinên çeteyên DAÎŞ’ê yê li Elmanyayê di asta navnetewî de di çarçovêya trîbunalê çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk bi tevahî ji ber suçên şer bên darizandin.

– Bi lezginî xeta hawayî ji balafirên şer yên dewleta Tirk re bên girtin.

Li ser van bingehan ji bo ku qirkirina jinê fermî were qebûl kirin û li tû deveran jin neyên qetil kirin, hêzên dagirker û qirker di serî de çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk hesabê bidin û edalet bi cih were, em bang li hemû jinên cîhanê dikin roja 3’yê Tebaxê bi hemû rêbazên têkoşînê û berxwedanê bikin roja navnetewî ya li dijî qirkirina jinê û bi sembola Êzdayî û Aşitiyê rengê spî (çarik/cil û berg) xurt tevlî çalakiyên asta cîhanî bibin.

Fermana Şengalê wê ti car neyê ji bîr kirin û neyê efû kirin.

BERNAMEYA ÇALAKIYAN YÊN SMJÊ Û YJK-E LI ELMANYAYÊ WIHA NE:

01.08.2020

Cih: Bielefeld/ li ber stastyona trêna navendî HBF

Saet: 15:00 meş û mîtîng

Cih: Kleve/ li navenda bajêr Herzogstrasse

Saet: 14:00 meş û mîtîng

Cih: Bremen/ li ber stasyona trêna navendî HBF

Saet: 12:00 meş û mîtîng

02.08.2020

Cih: Berlîn/ Quitzowstr. 103

Saet: 16:00 semîner û pêşangeha wêneyan

03.08.2020

Cih: Berlîn/ Platz der Republik 1

Saet: 14:00 mîtîng

Cih: Wesel/ Am Berliner Tor

Saet: 17:30 Mîting

Cih: Oldenburg/ Am Schlossplatz

Saet: 17:00 meş û mîtîng

Cih: Celle/ Parka Trift

Saet: 17:00 şano û mîtîng

Cih: Saarbrucken/ li ber Europa Galerie

Saet: 18:00 mîtîng

Cih: Achim/ li navenda bajêr Cihê çalakiyan

Saet: 16:00 mîtîng û kona agahiyê