Sibe li Strasboûrgê greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger destpê dike

KCDK-E'yê ragihand li dijî tecrîdkirina Ocalan sibe li Strasboûrgê bi tevlêbûna 18 kesan greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger didin destpêkirin.

KCDK-E'yê ragihand, li dijî tecrîdkirina Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan 17'ê Kanûnê wê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bidin destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin li Tirkiyê ji bo pêşketina demokrasî û azadiyan, li çar parçeyên Kurdistanê ji bo pêşî li komkujiyên dewleta Tirk were girtin û di nav gelan de ji bo geşkirina azadiyê û wekheviyê, ji bo bi rêya diyalogê çareserî bibe, divê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan were şikandin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê ketiye roja 39'an û her wiha greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê, ku îro ragihanin wê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin, hate slavkirin. KCDK-E'yê diyar kir çalakiyên grevên birçîbûnê rayeke giştî çêkirin lê CPT û hin saziyên din hê jî bêdengiya xwe didomînin.

Bi berdewamî hate gotin Erdogan ê dîktator li dijî van çalakiyan êrîşên xwe yên li ser Rojava û girtîgehan zêde dike û êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê jî parçeyek ji vê êrîşê ne.

KCDK'yê got: ''Ji bo vê jî divê em berxwedana xwe hildin asteke bilind û bidomînin. Bi vê çarçoweyê grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdkirina Rêzdar Ocalan, em vediguherînin grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger û me biryar da ku li Strasboûrgê bi tevlêbûna 18 hevalan pêvajoyeke nû ya çalakiyan bidin destpêkirin. Ji bo azadiya gelên Kurdistanê û Tirkiyê, ji bo rawestandina şer divê em tecrîdê bişkînin. Ji bo vê jî di vê pêvajoyê de hewceyî bi berdêl û fedekariyê heye. Ji bo vê sedemê 17'ê Kanûnê Duşemê em greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didin destpêkirin.

Em KCDK-E di serî gelê me yê li Elmanyaya Başûr û Swêdê, bang li hemû mirovahiya pêşverû, şoreşger, demokrat, rewşenbîr û muxalîfan dikin, ku zilma Erdogan dîtine, 17'ê Kanûnê saet 13.00'an tevlê daxuyaniya çapemeniyê bibin, ku daxuyaniya çapemeniyê li ber CPT'yê, li adrêsa Avenue de l'europe wê pêk were.''