Serokê Parlamenta Ewropayê Sassoli jiyana xwe ji dest da

Serokê Parlamenta Ewropayê David Sassoli jiyana xwe ji dest da.

David Sassoli yê sosyal demokrat ê Îtalyayî, ji sala 2019'an û vir ve serokatî ji Parlamenta Ewropayê re dikir.

Berdevk Roberto Cuillo diyar kir ku Sassoli 11'ê Çileyê saet di 01:15'an de li nexweşxaneyek li bajarê Avino yê Îtalyayê jiyana xwe ji dest da. Sassoli ji dawiya meha Kanûnê û vir ve li nexweşxaneyê dihate dermankirin.

Sassoli ji ber xerabûna sîstema parastinê ya bedena wî, nexweş ketibû û rakiribûn nexweşxaneyê.

Seroka Komîsyona Ewropayê li ser Twitterê peyamek parve kir û ji bo Sassoli got, "Serokekî kêmdîtî û beriya her tiştî dostekî hêja."

Sassoli ku berê ji ber nexweşiya losemî hatibû dermankirin, vê payîzê ji ber zaturreyê rakiribûn nexweşxaneyê û bi hefteyan nekarîbû karê xwe bike.