Serokê CSÛ’yê Soder xwest bi Partiya Keskan re koalîsyonê çêbike

Serokê Giştî yê CSÛ’yê Markûs Soder ê ku dixwaze bibe namzetê serokwezîrê Demokratên Xirîstiyan diyar kir ku ew dixwazin bi Partiya Keskan re hikumeta koalîsyonê çêbikin.

Li Elmanyayê hikumeta Merkelê dixwaze di 26’ê Îlona 2021’an de hilbijartineke giştî çêbike.

Lê partiya Merkel CDÛ û Partiya Yekîtiya Civakî ya Xirîstiyanan (CSÛ) hê li ser namzetekî serokwezîr li hev nekirine.

Serokê Giştî yê CSÛ’yê Markûs Soder jî îro daxuyanî da û diyar kir ku ew dixwaze di navbera Demokratên Civakî û Partiya Keskan de koalîsyonek were avakirin. Soder got ku, “Hikumeteke wisa dibe ku balkêş be, tevî ewlehiyê ji bo dahatûyê jî dikare bibe hêvî.”

Li gorî anketên daxwîn dengên CDÛ/CSÛ’yê ji sedî 37 xuya dike.