Serdanên ji bo berxwedêrên grevê didome

Serdanên ji bo berxwedêrên grevên birçîbûnê yên li bajarê Strasboûrg a Fransa di roja 83’an de jî dewam e.

Berxwedana grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Heseroka KCK’ê Leyala Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike.

Greva li bajarê Strasboûrg a Fransayê di roja 14’an de ye.

Serdanên ji bo berxwedêrên grevê yên Kurdistaniyên li Ewropayê dijî jî her diçe zêdetir dibe.

Komek ji Hewldanên Gurgumê yên li bajarê Stûttgart a Elmanyayê serdana çalakvanan kirin.

Di serdanê de Mûstafa Sakiz axivî û diyar kir ku heta dawî li gel berxwedêran in.

Sakiz bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û got: “Erdogan naxwaze Kurdan jî bibîne. Kurdên ku demokrasî, azadî û mafê xwe dixwazin ‘terorîst’ îlan dike. Sakiz diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê li her alî êrîşî destkeftiyên Kurdan dike.”

Sakiz anî ziman ku greva birçîbûnê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan e, armanc heman demê azadiya gelê Kurd e. Xwedîderketina gel a li vê berxwedanê û biencambûna wê, heman demê tê wateya bersivek baş a li dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd e.”

Li ser navê çalakvanan Parêzer Denîz Surgut diyar kir ku çalakiya wan û berxwedana wan, çalakiyek ya bersivê ye li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser gel, li ser maf, destkeftî, nirx û şehîdên wan e. Surgut anî ziman ku serdanên hêz û moral dide wan.