Sê weşanxaneyan kampanyaya alîkariyê dane Mezopotamyayê

Ji Elmanya, Swîsre û Ewûstûryayê kampanyaya alîkariyê ji bo Weşanxaneya Mezopotamyayê dest pê kir. Ji bo ku Weşanxaneya Mezopotamyayê, ku li Elmanyayê Sibatê hatibû qedexekirin bikaribe pirtûkên xwe çap bike, kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin.

Bi fermana Wezîrê Navxwe Horst Seefhofer 12'ê Sibata 2019'an du saziyên girîng ên Kurdan ên li Elmanyayê bi fermî hatibûn qedexekirin.

Li dijî vê di serî de li Elmanyayê weşangerên Ewropî û Elman desteka xwe ya ji bo Weşanxaneya Mezopotamyayê didomînin. Li Elmanya Hambûrgê weşanxaneya Unrast-Verlag, li Ewistûryayê Manelbaûm Verlag û li Swîsreyê weşanxaneya bi navê Edîtîon 8 ji bo Weşanxaneya Mezopotamyayê kampanyaya alîkariyê dane destpêkirin.

Her sê weşanxane bi kapmanyaya bi navê, ''Li dijî sansûrê hevgirtin û projeya azadiya weşanê'' dixwazin pirtûkên ku polîsên Elman dest li ser wan danîne dîsa biweşînin.

Berhemên girîng ên ku Weşanxaneya Mezopotamyayê bi Elmanî weşandin, wê bi navê ''Edîtîon Mezopotamyayê'' dîsa werin ber destê xwendevanan. Hedefa weşanxaneyan ew e ku van pirtûkan bigihînin Fuara Pirtûkan a Navnetewî ya Frankfûrtê.

Pirtûkhez di ser van hesabên bankayan re dikarin destekê bidin projeyê:

Verein z. Förderung kurdischer Kultur e.V. i.Gr.

IBAN: DE78 4306 0967 1011 1214 00

Verwendungszweck: Edition Mezopotamya