Li Swîsreyê ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane şîn hat danîn

Ji bo kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dane, li bajarên Solothûrn, Lîestal, Aargaû û Lacarno şîn hat danîn.

Li gorî Navenda Koordînasyona Krîzê ya Swîsreyê, li Swîsreyê zêdetirî 200 malbatên ku xizmên wan di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dane, hene. Ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane li bajarên Swîsreyê şîn hat danîn. Îro jî li Solothûrn, Lîestal, Aargaû û Lacarnoyê şîn hat danîn.

SOLOTHÛRN

Li bajarê Gerlafîngen ê Kantona Solothûrnê bi pêşengtiya Heyva Sor a Kurdistanê û Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) şîn hate danîn. Şîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Rêveberên Heyva Sor û KOMAW’ê, sersaxî ji malbatan re xwest. Ji Ocaxa Agûçan Pîr Mahmût ji bo bibîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane, çerag şiyar kir. Pîr Mahmût, bi Tirkî û Kurdî gulbang gotin.

ROTH: EM PIŞTEVAN IN 

Parlementera Federal a Swîsreyê Franzîska Roth jî serdan li şînê kir û axaftineke kurt kir. Roth, sersaxî ji malbatên ku xizmên xwe di erdhejê de winda kirine re xwest û got: “Min, bi malbatên ku xizmên xwe di vê karesata mezin de ji dest dane re hevdîtin kir. Êş giran e. Ez ji dil bi we re me. Em ji bo sivikkirina vê êşê bi we re ne. Em Swîsre, ji bo mexdûrên erdheja Kurdistan û Tirkiyeyê, çi ji destê me bê em ê bikin.”

Hevseroka KCDK-E’ê Fatoş Goksûngûr jî wiha got: “Êşa me, giran û teze ye. Em ê êşa xwe bikişînin û şînê bigirin. Lê divê bi qasî êşa me hêrsa me jî zêde be. Em ê ji vê dewleta zalim ku bi gel re nabe alîkar, hesab bixwazin.  Em ê gund û bajarên xwe ji nû ve ava bikin. Ji bo vê yekê ne bi tenê piştevanî, dema berpirsyarbûnê ye jî.“

Malbatên ku xizmên wan di erhejê de jiyana xwe ji dest dane jî spasiya hemû beşdarên şînê kir. 

Şîn, ji serê sibehê ta bi şevê dewam kir. Endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Berdevka FEDA’yê Songul Çelîk, rêveberê SP’yê Mesken Kahraman, rayedarê sendîkaya FAU’yê Conî Steînmeîr, Seroka Şaredariya Solothûrnê Stefanîe Îngold serdan şînê kir û sersaxî ji malbatan re xwest.

LACARNO

Li bajarê Locarno yê Kantona Tessîn a Swîsreyê, bi pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, şîn hate danîn. Nûnerên Croce Rossa ya Swîsreyê, rêveberên komeleyên Suryan û Elewiyan û dostên Kurdan ên ji Swîsreyê, tev li şînê bûn.

Şîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî ku kalo çerag şiyar kir, Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd a Kantona Tessînê Recep Akkamiş sersaxî ji malbatên ku xizmên xwe di erdhejê de ji dest dane re xwest. Akkamiş diyar kir ku dewleta Tirk bi zanebûn rojên pêşîn ên erdhejê mudaxele nekiriye û bûye sedem ku bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin û wiha got: “Em ê bi hev re birînên xwe bipêçin. Em bang li her kesê dikin ku bi mexdûrên erdhejê re bibin piştevan.

Şîn, bi gotinên Pîrê Elewî û belavkirina loqmeyan heta êvarê dewam kir.

AARGAÛ

Li bajarê Wîndîschê yê Kantona Aargaûyê ji aliyê malbatên ve ku xizmên xwe winda kirine, li Komeleya Elewiyan şîn hate danîn. Gelek kesan serdan li şînê kir. 

LÎESTAL

Li bajarê Lîestal ê Kantona Baselê, ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê û Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve şîn hate danîn. Parlementerê Parlementoya Federal a Swîsreyê Mûstafa Atici, Parlementera Kantona Baselê Edîbe Golgelî, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, rêveberên MARDEF’ê û malbatên xizmên xwe winda kirine, tev li şînê bûn.

Ji bo bibîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hate girtin. Li ser navê Heyva Sor Mehmet Goksûngûr û li ser navê KOMAW’ê jî Fîdan Şengul bi kurtî axivîn û sersaxî ji malbatan re xwest.

Ji aliyê Pîr Velî Manîş ve ji bo bibîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane çerag hat şiyarkirin û gulbang hat gotin. Di şînê de Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî axaftinek kir.

Aydar bi bîr xist ku bi Plana Isleheta Şerqê ya sala 1925’an, polîtîkayên bêkurdkirinê ketine meriyetê û wiha got: “Piştî vê hilweşînê, dewlet, nehat herêmên erdhejê, ev yek nîşan dide ku ev polîtîka îro jî didomin. Dixwazin Kurd û Elewiyan ji axa wan dûr bixin. Em, gelê Kurd û Elewî dest ji axa xwe bernedin.”

EM Ê ZAROKÊN XWE JI DIYANETÊ RE NEHÊLIN

Parlementera Kantona Baselê Edîbe Golgelî ku di erdhejê de bi dehan xizmên xwe ji dest dane, tev li şînê bû. Golgelî diyar kir ku ew ji malbateke ku Qetlîma Mereşê ya 1978’an jiyaye û wiha got: “Me berê jî li Mereşê ev êş kişand. Bi erdhejê re dixwazin gelê me bi êş û şînê re rû bi rû bihêlin. Weke duh em îro jî neçarî koç û sirgûnê dibin. Ji me dixwazin ku em dest ji axa xwe berdin. Serokê Diyaneta Tirk, duh li ser zarokên me daxuyanî weşand. Em ê xwedî li zarokên xwe derbikevin. “

Parlementer Mûstafa Atici jî diyar kir ku Hevya Sor, HDP û rêxistinên demokratîk ji destpêka erdhejê ve bi awayekê organîze ji bo danîna êşa li herêmên erdhejê xebat kiriye. Endamê Lîjneya Rêveber a MARDEF’ê Mehmet Ustek jî li ser asta hilweşîna herêmê û alîkariya ku tê kirin agahî da. Ustek diyar kir ku sitirîn li herêmê pirsgirêka herî giring e û destnîşan kir ku divê kon û konteynir ji gelê herêmê re bên şandin.