Saziyên Kurdên Êzîdî yê li Ewropayê 15’ê Tebaxê pîroz kirin

Sazî û dezgehên Kurdên Êzîdî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke nivîskî 15’ê Tebaxê pîroz kirin, bernameya  bîranînê şehîdan  aşkere kirin û banga tevlêbûna li bernameyê kirin.

Sazî û dezgehên Kurdên Êzîdî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke nivîskî 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û bi taybetî ji bo civaka Êzîdiyan rojeke dîrokî ye.’’

Bi berdeewamî hate gotin,‘’Di encama tekoşîna 35 salan de gelê me bûye xwedi vin û hêza bingehîn ji bo pêşketina demokrasî û azadiya gelan.Lewra hêja ye were pirozkirin. Ji aliyê din ve, di meha Tebaxê de gelek bedelên giran bûha hatine dayin û komkuji pêk hatine.Ji bo vê yekê, em  gelê Kurd û civaka Êzdiyan neçar in ku pîrozbahî û bîranîna xwe di heman demê de pêk binin.’’

Sazî û dezgehên Kurdên Êzîdî yên li Ewropayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a bi pêşengiya AKP-MHP’ê ên li ser Kurdistanê bi bîr xistin û gotin,‘’Lê em di wê baweriyê de ne bi pêşengiya rêberê gelê Kurd û tevgêra azadiyê û berxwedana gelê Kurd wê hemû lîstokê dijminan pûç bibin.Bersiva tevgêra azadiyê û ya gelê Kurd bilindkirina tekoşîna demokratîk û azadiyêye.

Em jî weke civaka Êzdiyan û hemû pêkhateyên civaka Êzdiyan, di bin her şert û mercan de tevî hemû hêza xwe piştgirtinê didin destkeftiyê gelê Kurd û Kurdistaniya li rojavayê Kurdistanê, li Baṣûrê Kurdistanê, li Ṣengalê û li hemû qadên tekoṣina yê gelê me lê ber xwe dide.

Bi van birûbaweriyên xurt em car din vê roja pîroz, li hemû gelên bindest û aṣtîxwaz pîroz dikin û serkeftinê ji gelê me re dixwazin. Her weha, em bang li gelê Kurd û bi taybeti li civaka Êzîdî dikin, ku bi girseyî tevli çalakiyan bibin, ku li seranserî Ewropa têne li darxistin, em bang dikin li dijî dagirkeriyê, di kesayetiya Mam Zekî Ṣengalî de, tevlî rêze civinên ji bo Biranina Cangoriya bibin.’’

 

Pêkhateyên ku daxuyaniya hevpar dane:

Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiya - NAV-YEK

Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî - SMJÊ

Meclisa Ṣengalê Derveyi Welat - MṢD

Yekitiya Êzdiyê Suriyê - YÊS

Hevgirtina Ciwanên Êzîdî - HCÊ

Navenda Çanda Êzdîxan - NÇÊ

Koordinasyona Meclisên Gûndên Bakûr - KMGK

 

Heremên ku wê Bîranina Cangoriyan lé pék werin;

 

15.08.2019

 

Celle,

Dem : 15:8 2019

Saet : 17:00

  1. : Mala Êzdîyan Celle.

An Der Koppel 21,

Celle 29227

 

Wesel,

Dem : 15:8:2019

Saet. : 17: 00

Cih : Ackerstr 242,

46487 Wesel

 

Emmerîch,

Dem : 15:8 2019

Saet : 17: 00

Cih : Mala Gel,

Nierenbergerstr 150,

46446 Emmerich am Rhein

 

Bremen.

Dem : 15:2019

Saet : 17: 00

Cih : Kirchweg 2,

28876 Oyten

 

Saarbrücken,

Dem : 15.08.2019

Saet : 13:00

Cih : Florianshütte, Hugenottenweg, 66333 Völklingen

 

Bielefeld,

Dem : 15.08.2019

Saet : 17: 00

Cih : Mala Gel

Herbert-Hinnendahl-Straße 11, 33602 Bielefeld


 

Sîegen,

Dem : 15.08.2019

Saet : 15:00

Cih : Marburger Straße 60,

57223 kreuztal


 

17.08.2019

 

Berlîn,

Dem :17.08.2019

Saet : 16:00

Cih. : Mala Gel

Residenzstraße 54,

13409 Berlin

 

18.08.2019

 

Oldenburg,

Dem : 18:8:2019

Saet : 17:00

Cih : Industriestr 18,

26683 Saterland-Ramsloh