Saziyên Kurd ên Ermenistanê şehîdên fermana Şengalê bibîr anîn

Saziyên Kurd ên Êzidî yên Ermenistanê li Parka Gilover a Êrîvanê kom bûn û bi çalakiyekê qetlîama Şengalê şermezar kir û şehîdên fermanê jî bibîr anîn.

Saziyên Civaka Kurd ên Êzidî yên li Ermenistanê li ParkaGilover a Êrîvan a Eremenistanê ku peykerê jineke Êzidî dema fermanê lê hatibû danîn kom bûn û şehîdên fermanê bi merasîmekê bibîr anîn.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê destpê dike. Piştre jî bi zimanê Ermenî ji televîzyona Ermeniyan re daxuyaniyek hate dayîn.

Hevserokê Kurdistan Komîte Silo Dirboyan axivî û diyar kir ku çawa di sala 1915, li ser gelê Ermenî dewleta Tirk ferman kirin, îro jî heman hişmendiyê 2014’an bi destê DAÎŞ’ê li Şengalê ferman kirin û zilmekî mezin bi serê civaka Êzîdî kirin. Dirboyan di dewama axaftina xwe de got: “Bi fikir û felsefa Rêber Apo civaka me ya Şengalê îro xwe bi rêxistin dike û bi şervanên azadiyê tola jin û zarokên me hatin hildan. Bi teybatî jî şervanên jin dema ku jin û zarokên me ji destê îslamîsta xelas dikirin ev ji bo me serkeftina herî mezin bû.”

Endamê koodînasyona Kurdistan Komîte û alimê olî Şêx Tahir axivî û destnîşan kir ku wek gelê Kurd ên Ermenistanê vê fermanê şermezar dikin û got: “Em hemû dizanin ku ev fermana 73’an bi serê me hat. Em dizanin ku fermana bi ser civak me ya Şengalê hat, bi dest Tirka hat çêkirin û hovîtiyêk pir mezin bi ser jin, zarok,kal û pîrê me anîn, Şengal weran kirin. Îro li Şengalê hêza me ya leşkerî çêbûye, civaka me êdî xwe bi xwe rêxistin dike. Em vê baş bizanibin bi saya Serok Apo, û PKK’ê çêbû. Em xelas nabin a xelas bûn DAÎŞ bû û wê Erdogan be. Bi fermanê dixwestin civaka Kurd a ku li ser ola xwe ya Êzîdî mayş tine bikin ku teslîm bigrin.”

Endama meclîsa Kurdistan Komîte Jênîka Qadir jî diyar kir ku ji bo fermanekî din pêk neyê divê Kurd bibin yek û hêza xwe mezin bikin. Qadir got: “Divê li her derê xwedî li Şengalê derkevin. Avakirina yekîtiya nava xwe pir girîng e.”

Endama Yekîtiya Jinên Azad Lîanna Mhoyan jî got: “Wek jin em ê fermanên ku bi ser gelên me hatî, qebûl nekin. Ji bo ku em xwedî li Şengalê derkevin divê em rêxistina xwe hin bi hêz bikin û li her derê têkoşîna mafê xwe bikin. Em carek din vê roja rêş ku bi ser civaka me hatî şermezar dikin û serkeftin ya me ye.”

Hevseroka Kurdistan Komîte Îla Tovmasyan bibîr xist ku çi bi serê civaka Ermenî hat, îro bi serê gelê Kurd tîne û got: “Ji bo vê pewîstê em gelê Ermenî û Kurd bibin yek li hemberî êrîşên ku bi serê em tên. Ez hem wek jinêk Ermenî û hem jî wek Hevseroka Kurdistan Komîte dibêjim pewîstê em vê rojê jibîr nekin û em gel dest bidin hev.”

Piştî axaftinan çelengek û kulîlk danîn ber peykerê li parkê.