Saziyên ARCI û La Gambîente endamtiya rûmetê dan Ocalan

Li bajarê Salerno yê Îtalyayê saziyên ARCI û La Gambîente yê endamtiya rûmetê û qerta endamtiyê dan Ocalan. Li aliyê din rêxistinên ked û hiqûqê jî xelata mafê mirovan da gelê Kurd.

Li bajarê Salerno yê Îtalyayê piştî konserê saziyên ARCI û La Gambîenteyê qerta endamtiya rûmetê da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Li aliyê din konfederasyona sendîkayên CGL, CSL û UIL û Yekîtiya Hiqûqnasên Demokratîk xelata mafê mirovan da gelê Kurd. Xelat û qerta nasnameya Ocalan radestî nûnerê UÎLKî Yilmaz Orkan hate kirin.

Li Salernoyê rêxistina kedê û ARCI û komên mûzikê ku li Îtalyayê tê naskirin bi beşdarbûna hunermendan konserek hate dayîn. Nêzî 800 kes beşdarî konserê bûn.