Salvegera Peymana Lozanê hate protestokirin

Salvegera 97’emîn a Peymana Lozanê li bajarê Lozanê bi meşekê hate protestokirin.

Kurd û dostên wan bi meşekê salvegera 97’emîn a Peymana Lozanê protesto kirin.

Meşa du rojan a ku duh li Cenevreyê jî hatibû kirin îro li Lozanê domiya. Ji xeynî sazî û dezgehên Kurdistanî derdorên demokrasiyê jî tevlî meşê bûn. Meşvan li Qada Rîponneyê li hev civiyan.

Beriya meşê ji bo bîranîna şehîdên şoreş û azadiyê rêz hate girtin.

Gel piştre bi sloganên li dijî faşîzma AKP û MHP’ê meşiyan heta ber avahiya T a li Oûchyê û li vê derê mîtîngek hate lidarxistin. Axaftina destpêkê ji aliyê CDK-Swîsreyê hate kirin û belavoka bi Fransî hate xwendin.

Li ser navê KCDK-E’yê jî Demîr Çelîk, li ser navê partiya Keskan a Lozanê û encumenê şaredariyê Benjamîn Rûdaz, Alîkarê Şaredarê Lozanê û rêveberê Partiya Karkeran Davîd Payot axivîn.

Nûnerên partiyên siyasî yên Swîsreyî di axaftinên xwe de gotin ku “Em bi têkoşîna heq a gelê Kurd re ne û em amade ne bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin wan. Em careke din diyar dikin ku em vê peymana 97 sal berê nas nakin.”

Piştî axaftinan çalakî bi sloganan bi dawî bû.