Salvegera damezrandina PKK’ê li Rûsyayê bi coş hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li Rûsyayê dimînin, salvegera damezrandina PKK’ê bi coş pîroz kirin.

Salvegera damezrandina PKK’ê li Moskowayê bi konserekê hat pîrozkirin. Kurdistaniyên li herêma Tambovê jî bi civînekî pîroz kirin.

Pîrozbahiya li Moskowayê bi konsera ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Pîrozbahî bi sirûda Ey Raqîp bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre bi axaftina Hevseroka Otonomiya Federal a Netewî- Çandî ya Kurdên Rûsyayê û endama Tevgera Jinên Rûsyayê Eka Kûlîxan dewam kir.

Axaftvanan destnîşan kirin ku damezrandina PKK’ê ji bo jinûve hebûna gelê Kurd gavekî girîng e û ev gav bi xwe re rêxistinbûna gelê Kurd di hemû qadên jiyanê de aniye.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku PKK’ê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi 22 kadroyên pêşeng hate avakirin, lê îro li Kurdistan û cîhanê bi mîlyonan mirov di nava xwe de dihewîne.

Axaftvanan diyar kirin ku ew weke Kurdên li Rûsyayê dijîn, damezrandina PKK’ê her tim weke cejnekê pîroz dikin û bi saya şehîdên PKK’ê weke li tevahiya cîhanê li Rûsyayê jî bi saya têkoşîna Kurdan hebûna wan hatiye qebûlkirin.

Pîrozbahî bi beşdariya hunermend Ahmed Ahmedov, Mîrzaga Mamedov, Sare û Îbo Hajîyev û koma foklorê ya Barîn û Agirî bi coşeke mezin berdewam kir.

Kurdistaniyên li herêma Tambovê jî li bajarê Mîçûrînskê hatin ba hev û bi civîneke gel damezrandina PKK’ê pîroz kirin.

Di civînê de bal kişandin ser rola PKK’ê ya ji bo cardin vegerandina hemû Kurdên li Rûsyayê ser cewhera xwe.

Hat diyarkirin ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro li tevahiya Kurdistan û cîhanê belav bûye û di belavkirina vê têkoşînê de PKK bi rola herî girîng rabûye.