Salvegera 17’emîn a avabûna PYD’ê hate pîrozkirin

Salvegera avabûna PYD’ê li bajarê Lengnaû ya kantona Aaraûyê hate pîrozkirin.

Salvegera avabûna PYD’ê li bajarê Lengnaû ya kantona Aaraûyê ya Swîsreyê hate pîrozkirin.

Li eywana pîrozbahiyê wêneyên şehîdên berxwedana Rojava, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK, YPG û YPJ’ê hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de nûnerê PYD’ê yê li Swîsreyê Abbas Omar jî axivî.  Nûnera PYD’ê ya Ewropayê Zozan Dêrik jî di pîrozbahiyê de got ku, “Şoreşa Rojava ya li ser paradîgmaya Rêber Apo îro ji Ewropayê re bûye mînak. Wê gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî îxanet û zilmê xwedî li berxwedanê derkevin. Em ê bi berxwedana xwe Rêbertiya xwe azad bikin û li Kurdistanê wê berxwedan bi ser bikeve.”

Pîrozbahiyê bi stranên Xelîl Xemgîn, Bengîn Agirî, Sewdan Şêxê, Rojînda û Kawa Ûrmiyê bi dawî bû.