NÛ BÛ

Kurdistaniyên li Ewropayê li dijî tecrîd û dagirkeriyê daketin qadan 

Kurdên li Ewropayê ku li dijî tecrîd û dagirkeriya dewleta Tirk daketin qadan û gotin, “Em ê bi gerîlayan re li dijî hêzên komploger ên ku pergala êşkenceya Îmraliyê kûrtir dikin têbikoşin. Heta ku tecrîd bê şikandin û dagirker ji Kurdistanê bên paqijkiri

Kurdistaniyên li Ewropayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û tecrîda Îmraliyê tê meşandin daketin qadan. Di çalakiyan de li dijî sûcên dewleta Tirk mezinkirina berxwedanê hatin dayîn û berxwedana gerîlayan a bi heybet hate silavkirin.  

STRASBURG  

Li Strasboûrg ê Fransayê şantaja dewleta Tirk a rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke şantajê bikartîne bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Çalakî  ji aliyê endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasburgê ve li ber Gara Navendî ya Strasburgê hat lidarxistin.

Hevseroka DKTM’ê ya Strasburgê Sîdar Amedî di çalakiyê de axivî û got, “Dewleta Tirk a ku gardiyantiya hêzên komploger dike,  26 sal in li ser Rêbertiya me lîstokên qirêj dimeşîne û rakirina tecrîdê dike mijara bazariyê. Berxwedana Rêbertiya me ya li dijî tecrîd û pergala êşkenceyê ya ku hatiye kûrkirin, ewqasî xurt e ku nikare bibe mijara bazar û şantajê. Ev şantaj jî bêhêvîtiya dewleta Tirk û hêzên navneteweyî nîşan dide. Ji bo Rêberê gelên bindest birêz Ocalan pîvanên hiqûqî yên gerdûnî nayên sepandin. 5 sal in agahî ji Rêberê me nayê girtin û rewşa Rêbertiyê me dixe nava fikaran. Em bang li saziyên pêwendîdar, DMME, Konseya Ewropa û CPT’ê dikin ku bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê. Tecrîd êşkence ye, tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Weke gelê Kurd em ê rê nedin vî sûcê.”  Di daxuyaniyê de Şoreşa Rojava hat silavkirin û şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana gerîla", "Bimre xiyanet" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.  

STOCKHOLM  

Bi pêşengiya Tevgera Azadî û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Stockholm yê Swêdê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi meş û mîtîngekê hate şermezarkirin. Kurdistaniyên ku li Qada Norra Bantorget hatin gel hev, bi pankarta “Em rê nadin dewleta Tirk û hevkarên wê Başûrê Kurdistanê dagir bike” ber bi Qada Sergels Torg ve meşiyan.  Di meşê de timî dirûşmeyên, "Kujer, faşîst Erdogan", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Destên xwe yên bixwîn ji Kurdistanê bikşîne” hatin berzkirin û belavok hatin belavkirin.  

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin:  “Ji destpêka êrîşan ve heta niha Tirkiyê 381 êrîşên bombeyî pêk anîne û di encamê de zêdetirî 68 hezar hektar zeviyên çandiniyê wêran bûne, 9 gundên ku 7 ji wan xelkên Xiristiyan bûn hatin valakirin û 184 malbat jî neçar man malên xwe biterikînin.  Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 110 baregehên leşkerî çêkiriye û 35 kîlometreyan ketiye nav axa Iraqê.  Em bang dikin ku divê Tirkiyeyê demildest dev ji êrîşên ku hiqûqa navneteweyî binpê dikin. Kurd û netewên din ên herêmê hêjayî danûstandineke baştir in, bi taybetî piştî têkbirina DAÎŞ’ê. Em bang li Swêdê jî dikin ku bazirganiya çekan a bi dewleta Tirk re rawestîne.”  

SAARBRUCKEN  

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê jî gel çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya ku tecrîd û dagirkerî hat şermezarkirin de, peyama mezinkirina têkoşînê hat dayîn.  

FRANKFURT  


Kurdistaniyên li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê li dijî dagirkerî, xianet û tecrîdê daketin qadan.  Meşa ku ji aliyê FCDK-KAWA ve hat organîzekirin, li ber stasyona trenê destpê kir. Hevseroka FCDK-KAWA Kerîme Barçîn di destpêka axaftina xwe de Şoreşa Rojava silav kir û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başurê şermezar kir û wiha got: “Armancên dagirkerî û îlhaqkirina Tirkiyeyê tevahiya Kurdistanê bandor dike. Dewletên herêmê û hêzên navneteweyî çavên xwe ji qirkirina gelên Kurdistanê digirin.”
Di çalakiyê de berxwedana gerîla jî hate silavkirin.  

NANTES   

Li bajarê Nantes ê Fransayê di çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Nantesê (CDK-N) ve hat lidarxistin de, tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin.  Berpirsiyarê Têkiliyên Derve ya Nantesê bertek nîşanî dewleta Tirk da ku dixwaze li ser tecrîdê bazariyeke qirêj bike û wiha axivî: “Fikarên me di asta herî jor de ne. Weke gelê Kurd êdî sebra me nema. Em dixwazin ev tecrîd û êşkence bi dawî bibe. Em bang li hemû parêzvanên aştî, demokrasî û mafên mirovan dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin û zextê li dewleta Tirk bikin." Di çalakiyê de bertek nîşanî bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê hate dayîn û banga tevlîbûna çalakiyan bi ruhê seferberiyê li dijî êrîşên dagirkeriyê hate kirin.  

RENNES  

Li bajarê Rennes ê Fransayê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Demokratîk a Rennesê çalakiya "Ji Ocalan re Azadî" hat lidarxistin. Bi sedan welatiyên Kurdistanê beşdarî meşê bûn. Daxuyaniya li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Rennesê de ev tişt hatin gotin:  "Hemû mafên hiqûqî, mirovî yên Rêber Apo li ber çavê cihanê rastî bazarî û şantajê tên, tecrîdeke nedîtî tê meşandin. Dewleta Tirk ji ber têkçûna xwe tecrîda Îmraliyê kûrtir dike. Dewleta Tirk di warê dîplomatîk, civakî, leşkerî û hiqûqî de kaos û krîzek giran dijî. Dixwaze bi polîtîkaya qirkirina Kurdan vê krîzê kûrtir bike, krîzeke nû biafirîne û pêla şovenîst li bilind bike.  PDK û malbata Barzanî hewl dide têkçûna xwe ya li hemberî gerîla bi xiyanetê telafî bike. Gelê Kurd bi Çalakî piştî daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû. 

 TOULOUSE  

Li bajarê Toulouse yê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî hate lidarxistin.  Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir û li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Toulouse (DKTM) daxuyanî hat xwendin.  Di mîtîngê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi xiyanet û hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê dimeşîne hate şermezarkirin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.

HELSÎNKÎ

Li paytexta Fînlandiya Helsînkî êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê hate şermezarkirin. Kurdistaniyên li ber pirtûkxaneya mezin a Oodî kom bûn û êrişên dewleta dagirker şermezarkirin. Kurdistaniyan piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê diyar kirin.

MARSÎLYA

Kurdistaniyên li Marsîlyayê bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN li dijî dagirkerî û tecrîdê li hev civiyan. Kurdistanî û dostên wan ji Qada Canabierre ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan.
Di çalakiyê de xiyaneta PDK'ê hat şermezarkirin û berxwedana gerîla hate silavkirin.

Di meşê de belavokên ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ravekirin, hatin belavkirin. Di çalakiyê de peyama "Rêber Apo di bin tecrîdeke mutleq de ye, dema şikandina vê tecrîdê û azadiya Rêber Apo hatiye” hat dayîn.

PARIS / VILLIERS LE BEL

Li banliyoya Villiers Le Bel a Parîsê, di pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Evîn Goyî, Tevgera Ciwanên Soreşger (TCŞ) û Meclîsa Gel a Demokratîk a Villiers Le Bel ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan. Di meşê de tecrîd û polîtîkayên şantajê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin û bang li saziyên navneteweyî hat kirin ku li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê.
Meşa ku ji ber Gara Trenê ya Vîllîers Le Bel destpê kir, li ber Komeleya Meclîsa Gel a Demokratîk a Vîllîers Le Bel bi dawî bû. 

Di çalakiyê de ev tişt hat gotin: “Em ji raya giştî re diyar dikin ku heta şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bên em ê çalakiyên xwe bidomînin."