BI DÎMEN

Êrîşên dagirkeriyê li Dortmundê hatin protestokirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê pêk tên li bajarê Dortmûndê hatin protestokirin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKIRINÊ HATIN PROTESTOKIRIN

Kurdistanî û dostên wan li ser banga KOMAW'ê ji bajarên Essen û Dûîsbûrg ên Elmanyayê hatin, saet di 17.00'an de li ber Gara Trenê ya Navendî ya Dortmundê li hev civiyan. Çalakvanan êrîşên dagirkeriyê yên bi xiyaneta malbata Barazanî li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tên, protesto kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê, li ser navê KOMAW'ê axaftin hat kirin.

Di axaftinê de hat gotin ku dewleta Tirk bi piştgiriya PDK’ê li ser gelê Kurd komkujiyan pêk tîne û ev tişt hatin gotin: “Dewleta Tirk zêdeyî sed sal in polîtîkaya qirkirinê didomîne. Hikûmeta faşîst a qirker a AKP-MHP’ê bi erêkirina dewleta lewaz a Iraqê û piştgiriya PDK’ê êrîşên xwe zêde kir. Kontra û çeteyên DAÎŞ’ê jî di van êrîşên dagirkeriyê de cih girtin. Dewleta Tirk ji bo polîtîkayên qirkirinê ji welatên Rojava jî piştgirî girt.

Em weke KOMAW’ê bang li hêzên navneteweyî bi taybetî jî li Elmanyayê dikin ku komkujiyan rawestînin, alîkariyên leşkerî, siyasî û aborî rawestîne û ambargoyê deynin ser dewleta Tirk. 

Dewleta Tirk çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî bi kar tîne. Em weke KOMAW’ê bang li her kesî dikin demildest têkevin nava liv û tevgerê.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bimre xiyanet” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.