BI DÎMEN

Li Baselê dagirkerî û tecrîd hate protestokirin

Di çarçoveya pêngava cihanî “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de li bajarê Basel ê Swîsreyê stand hate danîn û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin.

LI BASELÊ STAND HATE DANÎN

Li Baselê di çarçoveya pêngava cihanî “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” a ku di 10'ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kir, stand hate danîn. 

Komîteya çalakiyê li Qada Clara çalakî li dar xist, belavokên ku balê dikişînin ser tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin. 

Çalakvanan êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê eşkere kirin û li dijî dagirkeriya banga hestyariyê li raya giştî kirin. 

Endamê KNK'ê Alî Matûr ku yek ji organîzatorên çalakiya standê ye, ji ANF'ê re axivî û banga xurtkirina têkoşîna li dijî tecrîd û dagirkeriyê kir. 

Alî Matûr ev tişt anî ziman:, "Zêdetirî 40 meh in ji Rêber Apo ku di bin şert û mercên tecrîda girankirî de ye agahî nayê girtin. Nahêlin bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Daxwaza azadiya Rêber Apo tê wateya daxwaza azadiya 4 parçeyên Kurdistanê.”

Matûr anî ziman ku felsefe û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd bûye mifteya herî girîng a çareseriya ku aştiyê bîne Kurdistan û Rojhilata Navîn û wiha bi dawî kir: “Dewleta Tirk a mêtinger careke din li dijî destkeftiyên gelê Kurd, polîtîkayên êrîşê xistiye meriyetê. Em ê li dijî van êrîşên ku di encama xiyanetê de tên kirin têbikoşin û li her derê azadiya Rêber Apo biqîrin. Heger azadiya Rêber Apo pêk were, wê azadiya gelê Kurd û Kurdistanê jî pêk were."