Çalakvanên Cenevreyê li dijî tecrîd û desteserkirinê li ber OHCHR’ê ne

Çalakvanên ku li Cenevreyê çalakiya rûniştinê pêk anîn, careke din bang li saziyên navneteweyî kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsyariyên xwe bi cih bînin û desteserkirina Şaredariya Colemêrgê jî şermezar kirin.

LI CENEVREYÊ ÇALAKIYA AZADÎ

Çalakiya rûniştinê ya ku bi armanca rakirina tecrîda li Îmraliyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roja Çarşemê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, dewam dike.

Çalakiya ku ji 25'ê Çileya 2021'an û vir ve li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) tê lidarxistin, vê hefteyê li ber Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) çalakiya xwe domandin.

Pilştî deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê daxuyanî hat dayîn.

Li ser navê komîteya çalakiyê Ramazan Kizilkûrt axivî û diyar kir ku 39 meh in rewşa ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê girtin berdewam dike û destnîşan kir ku ew weke gelê Kurd vê ti carî qebûl nakin. Kizilkûrt da zanîn ku êdî tehemûla wan li hemberî polîtîkayên înkar, îmha, qirkirin û teslîmiyetê yên ku li ser gelê Kurd tên meşandin nemaye û wiha got: "Em careke din li ber Komseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’ê bang li saziyên navneteweyî û bi taybet Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Konseya Ewropayê (KE), NY û OHCHR’ê dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin." 

Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Hasan Încî daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Încî bi bîr xist ku zêdetirî 41 meh in ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê li dar dixin û got, “Ji ber ku Abdullah Ocalan li hemberî modernîteya kapîtalîst, modernîteya jiyana azad pêşkêşî gelan kir, polîtîkayên tecrîdê ji aliyê hêzên emperyalîst ve hatin meşandin. Paradîgmaya azadiyê ji aliyê gelên cîhanê ve hat qebûlkirin. Ji bo vê jî êrîşên piralî li dijî gelê Kurd û Kurdistanê tên pêşxistin. Herî dawî roja 3’yê Hezîranê Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hat girtin û qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Bi darbeya qeyûmê re îradeya gelê Kurd careke din hate hedefgirtin. Ger gelê Kurd li hemberî van polîtîkayên ku careke din hatine ceribandin, îro bi ruhê berxwedana bêhempa ya Wanê li Colemêrgê dimeşîne û wê xwedî li vîna xwe derkeve.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê bi berzkirina dirûşmeyan destpê kir.