BI DÎMEN

Civaka Îslamî ya Kurdistanê 9'emîn kongreya xwe li dar xist

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê 9’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Di encama dengdayînê de Mele Şevket Çakir weke serokê nû yê CÎK’ê hat hilbijartin.

Di kongreya 2 rojan dewam kir de xebatên du salên dawî hatin nirxandin û li ser bernameya xebatên du salên pêş nîqaş hatin kirin.

Hevserokê KCDK-E'yê ku beşdarî kongreyê bû kongreya CÎK'ê pîroz kir û diyar kir ku kongre di çarçoveya geşedanên dîrokî yên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê de pêk hatiye. Her wihada zanîn ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser gelê Kurd ên li Kurdistanê bi rêya olê tên rewakirin û got, “Alimên Kurd bi hişmendiya îslama rast wê li dijî ola desthilatdar ku siyaseta qirêj dimeşîne bi fêmkirin û jindarkirina ola rast wê peywira xwe ya dîrokî bi cih bîne.”

Piştre alim û delegeyên Kurdistanê li ser rewş û pirsgirêkên mizgeftên ku di bin banê rêxistina CÎK’ê de li Ewropayê kar dikin nîqaş kirin û li ser çareseriyên hevpar nêrînên xwe parve kirin. 

Di kongreyê depolîtîkayên asîmîlasyonê yên li Ewropayê ku bi teşwîq û piştgiriya dewleta Tirk li ser gelê Kurd ên li dîasporayê tê meşandin hat nîqaşkirin. Her wiha mijara çalakkirina xebatên perwerdeyê yên li mizgeftên Kurdistanê jî hate rojevê. Di kongreyê de bi giranî li ser modela perwerdehiya alimên Kurd a li ser bingeha Îslama rast û azadiya gelê Kurd rawestiyan û kontrolkirina perwerdeyê û lêhûrbûna li ser wê weke hedef danî pêşiya xwe.

Piştî nîqaş û pêşniyaran delegeyan ji bo hilbijartina serokê nû yê CÎK’ê dengê xwe bi kar anîn. Di dengdayîna ku 145 delege beşdar bûn de, Mele Şevket Çakir  weke serokê nû yê CÎK'ê hat hilbijartin.

Piştre jî Meclîsa ku ji 33 kesan pêk tê hate diyarkirin, 3 kes ji bo Lijneya Dîsîplînê û 4 kes jî ji bo Lijneya Çavdêriyê hatin hilbijartin. Di dawiya kongreyê de plansaziya rêveberiya nû ya 2 salên pêş bi delegeyan re hate parvekirin.

Serokê berê yê CÎK'ê Şevket Demîr û Serokê Tevgera Alimên Îslamî û Kurdistanî ya Hemden û Nûjen Hafiz Ahmet Turhalli ji bo rêveberiya nû daxwazên xwe yên serkeftinê anîn ziman û spasiya delegeyan kirin.