BI DÎMEN

Li dijî êrîşên qirkirinê li Dûîsbûrgê mîtîng hate lidarxistin

Di mîtînga li Duîsbûrgê ya li dijî biryarên Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê û tecrîda li zindanan hate lidarxistin de banga bilindkirina têkoşîna li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk hate kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ji bo girtiyên siyasî yên 5 meh in li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê di çalakiya bênavber de ne, 3 sal in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û di Qirkirina Siyasî ya Kobanê de cezayên giran li siyasetmedaran birîn, hatin cem hev.

Mîtînga ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duîsbûrgê û Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel li ber stasyona trenê ya navendî ya Dûîsbûrgê hate lidarxistin. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.

Di axaftinan de bal kişandin ku bi sedan sal cezayê girtîgehê li siyasetmedaran hatin birîn, diyar kirin ku ev tê wateya ku qirkirin û asîmîlasyona li ser gelê Kurd wê bidome û wiha hate gotin: “Ev biryar ne hiqûqî ye, siyasî ye. Em biryarê nas nakin. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de êrîşî Rojava kir jin, ciwanên Kurd, gelê Kurd û dostên wan li Tirkiye û Kurdistanê çalakiyên dîrokî li dar xistin. Dewleta Tirk bi vê biryarê xwest tola gelê Kurd û dostên wan hilîne. Ji bo vê jî hewl dide tecrîd û qirkirinê bidomîne.”

Di mîtîngê de banga bilindkirina têkoşîna li dijî êrîşên dewleta Tirk hate kirin. Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.