Hunermendên Kurd ên li Ewropayê: Roja yekîtî û rabûna ser pêyan e!

Kedkarên Çand û Hunerê yên Kurd ên Ewropayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek dan û gotin, "Roj roja berxwedan, yekîtî û rabûna ser pêyan e."

BERTEKA HUNERMENDAN A LI DIJÎ DAGIRKIRIYÊ 

Kedkarên Çand û Hunerê yên Kurd ên Ewropayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser têkçûna desthilata AKP-MHP'ê ya di hilbijartinên xwecihî de.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êrîşa dagirkerî û îmhayê ya li ser Başûrê Kurdistanê, hişmendiya faşîzma AKP-MHP'ê nîşan dide û bê dijminatiya li hemberî Kurdan çiqasî kûr bûye derkrtiye holê. Em weke hunermendên Kurd bi tu awayî vê rewşê qebûl nakin."

‘DIVÊ EM LI QADÊN KU LÊ NE RABIN SER PÊYAN!’

Di daxuyaniyê de ev bang li gelê Kurd, dost û saziyên çand û hunerê hate kirin:

“Em li her qadê li dijî van êrîşên dagirkerî û îmhayê yên dewleta Tirk a mêtinger derkevin, em li cem gelê xwe û şervanên xwe yên azadiyê bin.
Banga me ji bo gelê me yê Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û hemû hêzên Kurdistanê ev e:
Roj roja yekîtî û berxwedanê ya li dijî êrîşên dagirkerî û wêrankirinê ye, li her qadê em lê ne li dijî mêtingerî û qirkirinê rabin ser pêyan e.Roja avakirina yekîtiya neteweyî û ji bo azadiyê çalakiyan pêk bînine.”