Adem Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî kir

Endamê KNK’ê Adem Ûzûn got ku Kurd di navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ne û got, “Divê em biryarên cidî û girîng bidin. Em ê yan tune bibin yan jî tiştekî bi dest bixin" û bang kir ku divê di nava salekê de konferansa yekîtiya neteweyî bê lidarxistin.

CIVÎNA NAVBORÎ YA MECLÎSA GIŞTÎ ​​YA KNK’Ê

Civîna navborî ya 22’yemîn a Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi axaftinan berdewam dike. Endamê KNK'ê Adem Ûzûn di civînê de axivî û diyar kir ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Rojhilata Navîn diqewime û got ku divê hemû Kurd bi vê yekê zanibin.

'LI ROJHILATA NAVÎN PERGALÊN NÛ TÊ AFIRANDIN’

Adem Ûzûn anî ziman ku tişta li Rojhilata Navîn diqewimin beriya avakirina pergaleke nû ye û wiha axivî: “Her kes li pey vê planê ne. Bi taybetî jî Tirkiye û Îran di vî warî de hewldanên wan hene û ji bo vê jî planan çêdikin. Lê belê ev hêz Tevgera Azadiya Kurd ji bo xwe weke pirsgirêk dibînin. Ji ber vê jî amadekariya operasyon û êrîşê dikin. Di sedsala nû de tiştên nû diqewimin. Loma jî naxwazin Kurd tiştekî bi dest bixin. Îro li Rojhilata Navîn hem şerê Xezeyê hem jî şerê Îranê me eleqedar dike. Em nikarin wek berê tevbigerin. Divê em biryarên cidî û girîng bidin. Em ê yan tune bibin yan jî em ê tiştekî bi dest bixin.”

Ûzûn bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn û Kafkasyayê diqewimin û wiha berdewam kir: “Ya ku îro diqewime Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Kurd di navenda vê de ne. Em nikarin di vê serdemê de destketiyên Kurdan ên ku heta niha hatine bidestxistin bikin qurban. Lewma divê helwesta me ya li hemberî hêzên ku bi dijminên me re tevdigerin zelal û vekirî be. Divê em nêzîkatiyên van hêzan şermezar bikin.”

'ABDULLAH OCALAN NIRXÊ ME YÊ NETEWEYÎ YE'

Di berdewamiya axaftina xwe de Adem Ûzûn diyar kir ku pirsgirêkên Kerkûk û bajarên din ên Kurdistanê yên neteweyî ne û wiha got: “Kerkûk ji bo me pirsgirêkeke neteweyî ye, her wiha herêmên din ên Kurdistanê jî ji bo me pirsgirêkeke neteweyî ne. Rewşa ku Abdullah Ocalan tê de ye jî pirsgirêka me ya neteweyî ye. Em nikarin Rêber Apo weke rêveberiya partiyek û parçeyekî wê bibînin. Di dîrokê de hemû serokên Kurdan hatin qetilkirin. Ger îro tiştek were serê Rêber Apo em ê ji dîrokê re çi bêjin? Ji bo ku li cîhanê bibe xwedî rûmet, divê em hemû nirxên xwe biparêzin.”

'EM BIRYARA LOZANÊ VALA DERXIN’

Adem Ûzûn diyar kir ku divê konferansa neteweya Kurd bê lidarxistin û dawî li axaftina xwe anî: “Em di 100’emîn salvegera Lozanê de ne. Sed sal berê dewletan welatê me perçe kirin. Îro em ji bo vê yekê vala derxin têdikoşin. Me par di Konferansa Lozanê de biryara Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê wergirt. Li vir ez dîsa bang dikim; em îsal vê konferansê li dar bixin. Kî bê, kî neyê ew dizanin. Yên nayên bila neyên.Eger em yekîtiya xwe ya neteweyî pêk neynin, tu kes me cidî nagire.”