Li Londonê bîranîna şehîdan: Em ji rêya şehîdên xwe venagerin

Li Londonê ji bo gerîlayên di Operasyona Şoreşgerî ya ku di Kanûna 2023’yan de li Zap û Xakurkê şehîd bûne merasîma bîranînê hat lidarxistin û wiha hat gotin: “Şehîdên me mîrateyeke birûmet hiştin, em ê ji rêya wan venagerin.”

Gerîlayên azadiyê Helmet Şahîn, Memyan Armanc, Welat Serhed û Huseyîn Azad ên ku di Operasyona Şoreşgerî ya serkeftî ya 23’yê Kanûna 2023’yan de li dijî artêşa Tirk a dagirker ên li herêmên Xakurkê û Şehîd Delîl Rojavayê Zap ên Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, li paytexta Îngilistan Londonê hatin bibîranîn. 
Merasîma bîranînê bi beşdariya Kurdistaniyan li Navenda Civaka Kurdistanê pêk hat. Kurdistaniyan wêneyên şehîdan li ser maseyê danîn û li dora wêneyên mûm vêxistin.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir û dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Di bîranînê de sînevîzyona derbarê Şahîn, Armanc, Serhed û Azad de hatibû amadekirin hat pêşandan.       

GERÎLA DÎROKA BIRÛMET A KURDAN DINIVÎSÎNE

Di bîranînê de ku kêliyên hestiyar hatin jiyîn, Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê Aso Kamalî axaftinek kir. Kamalî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker her roj li dijî Kurdistanê operasyonan pêk tîne û wiha xivî: “Rastiyeke me ya gerîla heye ku li hemberî van dagirkeran li ber xwe dide. Gerîla ev 40 sal in dîroka Kurd û Kurdistanê ya birûmet dinivîsîne. Em ti carî hevrê û şehîdên xwe yên bi rûmet ên ku bi israr û ji bo Kurdistana azad bedena xwe kirin mertal ji bîr nakin. Divê em layiqî wan bin. Di vî warî de em hemû dikarin bi pêkanîna erka xwe ya di vê têkoşînê de bibin layiqê wan. Ez careke din bi rêzdarî li ber şehîdên me bejna xwe ditewînim.”

ŞEHÎDÊN ME MÎRATEYEK MEZIN HIŞTIN

Nûnerê KCDK-Başûrê Heval Şivan diyar kir ku şehîd bi jiyan, berxwedan û xeyalên xwe pêşerojeke birûmet pêşkêşî gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn kirin û wiha got: “Şehîdên şoreşger ên Kurdistanê rê nîşanî mirovahiyê didin. Em hevrê û şehîdên xwe yên ku li dijî dagirkerî, hevkar û xayinan bûne fedayiyên şoreşa Kurdistana azad bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev şoreş, şoreşa jin jiyan azadî ye. Ev şoreş şoreşeke mirovî ye. Ji bo em layiqî vê berxwedana dîrokî ya birûmet bin, divê em li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û xeta hevkar-xiyanetkar têkoşînek xurtir bidin meşandin. Şehîdên me mîrateyeke birûmet ji me re hiştine. Em ê ji bo jiyaneke birûmet ji rêya şehîdên xwe dernekevin.”

Ji Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal jî diyar kir ku ravekirina şehîdan gelekî zehmet e û ev tişt anî ziman: “Eger îro em ji qonaxeke ku hebûna wê dihat înkarkirin, derbasî qonaxeke azadiyê bûne û gihiştine jiyaneke birûmet, ev bi saya şehîdên me pêk hatiye. Her Kurdek bi şopandina rêya şehîdanvdikare bigihêje azadiyê û jiyaneke birûmet.”

Di axaftina li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Îngilistanê de hat gotin ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî modernîteya dagirker û kapîtalîst dîrokeke birûmet a azadiyê hatiye nivîsandin û hat gotin ku wê ciwan li ser şopa têkoşîna azadiyê bimeşin, wê xeyalên şehîdan ên azadiyê pêk bînin.

Bîranîn bi berzkirina dirûşma "Şehîdên namirin” û bi tilîliyan bi dawî bû.