Li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi pêşengiya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” standa agahdarkirinê hat vekirin.
Di standa ku her hefte tê vekirin li qada St. Laûrentê tê vekirin de paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji raya giştî re tê naskirin.
Musa Îtah Meşên Azadiyê û grevên birçîbûnê yên ku ev zêdetirî 2 meh in li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatine silav kir û banga hestiyariyê li raya giştî ya demokratîk bi taybetî li gelê Kurd û dostên wan kir.
Îtah da zanîn ku ew ê beşdarî Meşa Azadiyê ya ku di pêşengiya enternasyonalîstên 11'ê Sibatê de li Baselê bê lidarxistin bibin û bang li her kesî kir ku beşdarî meş û mîtînga navendî ya di 17'ê Sibatê de li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bê lidarxistin, bibin.