Li bajarê Grazê yê Awûstûryayê bi pêşengiya jinan ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fizîkî çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin.
Kurdistaniyan çalakiya ku saet di 09:00 de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Grazê bi komek ji 9 kesan pêk dihat destpê kir, ziyaret kirin û piştgirî dan çalakiyê.
Çalakî heta derengiya êvarê bi coş dewam kir.
Çalakger û beşdaran di nirxandinên xwe de ev tişt gotin:
"Ev 25 sal in tecrîdeke giran li ser Rêbertî tê meşandin. Tevî hemû serlêdanên di 3 salên dawî de jî ti agahiya me ji Rêbertî nîne. Bêhiqûqiyeke giran li Rêbertî tê kirin. Hêzên navneteweyî, di serî de CPT berpirsyarê vê komployê ye. Tecrîda li ser Rêbertî li her qadê belav bûye û wiha got: "Ev yek bandorê li hemû gelên Rojhilata Navîn dike. Azadiya Rêbertî, azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî ne. Girîng e her kes xwedî li pêngava ku di 10'ê Cotmehê de ji bo azadiya Rêbertî hatiye destpêkirin û li cîhanê belav bûye û mezin bûye, derkeve.”
Çalakgeran bang li her kesî kirin ku bi xurtî beşdarî mîtînga 15’ê Sibatê ya Graz û meşa 17’ê Sibatê ya navenda Viyanayê û meşa girseyî ya 17’ê Sibatê li Kolnê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî û azadiya Abdullah Ocalan pêk were, bibin.