Êrîşên dewleta Tirk li Munîhê hat protestokirin

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Munîhê yê parêzgeha Bavyerayê bi mîtîngekê hate protestokirin û “Meşa Azadiyê” hate silavkirin.

Li bajarê Munîh ê Elmanyayê li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîtîngek hate lidarxistin.

Kurdistanî li ser banga Meclîsa Gel a Azad Şevger li ber Odeonsplatzê li hev civiyan û ji dewletên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan xwestin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku êrîşên xwe yên li ser qadên jiyanê rawestîne.

Girse, meşên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kirin û ji bo beşdarbûna meşa mezin a 17’ê Sibatê ya li Kolnê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bê lidarxistin, bi zimanê Elmanî belavok belav kirin. 

Çalakvanan dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe", "Qatil Erdogan", "Şehîd Namirin" û "Bijî Berxwedana Rojava" berz kirin.