Li Parîsê dewleta Tirk hat protestokirin

Li Parîsê bi pêşengiya ADGB‘ê û CDK-F‘yê, bi mîtîngekê dewleta Tirk a dagirker hat protestokirin.

Li paytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) û CDK-F’yê bi mîtîngekê dewleta Tirk hate protestokirin. Çalakvanan li qada Stalîngradê hatin ba hev û deqeyek rêz girtin. Çalakvanên ku pankartên “Ne erdhej, kapîtalîzm dikuje” û “Erd hejiya, dewletê qetil kir” hilgirtin, bi dowîzên ku kareseta piştî erdhejê nîşan dide, dewleta Tirk protesto kirin.

Di çalakiyê de danezana ku ji aliyê ADGB û partiyên siyasî yên Kurdistanê ve hatibû amadekirin, hat xwendin. Di çalakiyê de banga piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re hate kirin. Her wiha xwestin ku gelên li Fransayê hemû alîkariyên xwe bi rêya Roja Sor re bikin.

Li ser navê ADGB û CDK-F’ê Necmettîn Demîralp daxuyanî da. Demîralp got: “Dewleta Tirk û desthilatdariya wê ya faşîst AKP-MHP’ê bi polîtîkaya dijminane û hovane karesata xwezayî jî weke amûreke nîjadperestî û qirkirinê bi kar tîne û hewl dide gelan bi mirinê re bêdeng bike. Ji dîrokê heta niha bi rêbazên ku nehatiye bîra tu dîktator û faşîstan, hewl dide Elewiyên Kurd û gelên bindest bi mirin û koçberkirinê re ji axa Kurdistanê derbixe. Em ji destpêka erdhejê ve li gel gelê xwe bûn û em ê ji vir pê ve jî li gel wan bin.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Kujer dewleta Tirk”, “Bimre desthilatdariya faşîst a Tirk” û “Bijî xuşk û biratiya gelan” bi dawî bû.