Ronahî û Bêrîvan li cihên şehîd bûn, hatin bibîranîn

Du şehîdên Newrozê yên têkoşîna azadiyê ya Kurd Ronahî û Bêrîvan, li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, li cihê çalakiya xwe kir, hatin bibîranîn.

Ronahî (Bedriye Taş) û Bêrîvan (Nîlgun Yildirim) ku ji bo protestokirina polîtîkayên nehiqûqî yên dewleta Elman ên li ser Kurdan, 21’ê Adara sala 1994’an agir berda canê xwe, li cihê şehîd bûn, bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Girseya ku bi banga Meclîsa Ronahî-Bêrîvan hat ba hev, heta bi cihê bibîranînê, dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Jin jiyan azadî“ berz kirin. Gava girse gihîşt cihê çalakiyê, rêz hat girtin û Cennet Taş li ser navê malbatê axivî.

Taş, spasiya her kesî kir ku tev li merasîmê bûye û got: “Dayika Ronahiyê silavan li we dike. Ronahî û Bêrîvan ji bîr nabin.“

Zeynep Bafê ku li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) axivî, diyar kir ku agirê ku Mazlûm Dogan bi sê darikên neftikê di zindana Amedê de vêxistiye, bi çiraya ku ji aliyê Zekiye Alkan ve li ser sûrên Amedê û li Kadîfekaleyê ji aliyê Rahşan Demîrelê ve hatiye gurkirin, bi çalakiya Ronahî û Bêrîvanê yekcar geş bûye û serkeftin pê teqez bûye. Zeynep Bafe bi lêv kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelek giringî bi vê çalakiyê daye û nirxandina “Azadî hebûya, Ronahî û Bêrîvanê xwe nedişewitand“ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist.

Zeynep Bafe got ku ruh, wêrekî, girêdan û bibiryariya Ronahî û Bêrîvanê, di hevrêyên wê de ku li Zap, Avaşîn û Metînayê li ber xwe didin, berbiçav bûye.

Bibîranîn, bi xwendina nameyên her du jinên şoreşger ên beriya çalakiyê, qediya.