Rojnamevanên jin ên hatin qetilkirin li Edinburghê hatin bîranîn
Di bîranînê de xwişka Gulistan Tara Dîcle Tara axivî û got, "Gulistan çû lê bi hezaran Gulistan wê bên. Ew bû sembola berxwedanê. Em bi wê serbilind in."
Di bîranînê de xwişka Gulistan Tara Dîcle Tara axivî û got, "Gulistan çû lê bi hezaran Gulistan wê bên. Ew bû sembola berxwedanê. Em bi wê serbilind in."
Ji bo Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku di êrîşa 23'ê Tebaxê ya li Silêmaniyeyê ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li Navenda Civaka Kurd çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.
Merasîma ku ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Edinburghê hate lidarxistin bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir.
Li ser maseya bîranînê jî find hatin vêxistin, kulîlk hatin danîn.
'BI RENGEKÎ TIRSONEKÎ EW QETIL KIRIN'
Di bîranînê de ku tim û tim dirûşmên "Şehîd namirin", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bimire faşîzma dewleta Tirk a dagirker", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn, Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Edinburghê û hevala Gulistan Tara Dersim Bîlîr axivî. Dersim Bîlîr anî ziman ku Gulistan Tara hevala wê ya zarokatiyê bû û got, "Jinên Kurd bi saya têkoşîna xwe ya berxwedêr û veguherîna civakî ya 40 salên dawî li qada navneteweyî Kurd bûn xwedî cihekî xurt. Ya ku dewleta Tirk ditirsîne ev keda jinên Kurd e."
Dersim Bîlîr anî ziman ku xebatkarên çapemeniya azad ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve bi xwînxwarî, namerdî û tirsonekî hatin qetilkirin û bang li saziyên navneteweyî kir ku li hemberî van sûcên şer ên dewleta Tirk bêdeng nemînin.
'ÊŞA ME MEZIN E, SERÊ ME BILIND E'
Xwişka Gulistan Tara Dîcle Tara jî bi rengekî online tevlî çalakiyê bû û anî ziman ku Gulistan Tara weke jineke şoreşger û kedkar a Kurdistanê cihê xwe di dilê gelê Kurd de girt. Dîcle Tara diyar kir ku ew bi Gulistan Tara serbilind in û got, "Êşa me gelekî mezin e, lê belê bû nefereke têkoşîneke bi rûmet. Gulistan bi kameraya xwe bû dengê gelekî ku tine tê hesibandin. Lê belê ew qetil kirin. Em vê şermezar dikin. Gulistanek çû, wê bi hezaran Gulistan bê. Ew bû keça Kurdistanê. Bû sembola berxwedanê. Em pê serbilind in."
'JI JINÊN KURD ÊN GUHERTINÊ DIKIN, DITIRSIN'
Hevalekî din ê Gulistan Tara Zeynel Çetîn jî got, "Şehadeta hevala Gulistan di ruhê min de bû birîneke mezin. Em zanin ku dewleta Tirk ji jinên kurd ên guhertinê pêk tînin, ji berxwedêrî û helwesta şoreşgerî ya jinên Kurd ditirse. Jinên Kurd bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' tarîtiyê hildiweşînin. Li Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr hewl didin serî li vî gelî bidin tewandin, lê belê bi saya vê bexwedanê nikarin bi ser bikevin."
Piştre ji hevalên têkoşînê yên Gulistan Tara û Hêro Bahadîn Evîn Hersh helbestek li ser şehîdan amadekirî xwend.
Bi navê Tevgera Azadî Dara Huseyin û bi navê tevgera DAKOK'ê jî Darawan Îsmaîl axivîn û gotin, "Şehîd rêya me ronî dikin. Em vê komkujiya bi xiyanet û hevkariyê hate kirin şermezar dikin û soz didin ku armancên wan pêk bînin."
Bîranîn bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.