Roja duduyan a konê sersaxiyê li Dresdenê berdewam kir

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr ku roja duduyan a sersaxiyê serdana kona li Dresdenê kir , got: ‘’Êş û kêfa xwe em ê bi hev re bi piştevanî bijîn.’’

Sersaxiya ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, li bajarê Dresden ê Elmanyayê berdewam e.

Roja duduyan a sersaxiyê ku Meclisa Jinan Ûtayê organîze kir, ji bo kesên di erdhejê de li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, li qebûlkirina sersaxiyê hat dewamkirin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) Fatoş Goksûngûr ku serdana konê sersaxiyê kir, wiha axivî: ‘’ Sed sal in ku tiştek nemaye ku bi serê Kurd û Elewiyan de nehatibe. Dewleta Tirk, piştî erdhejê dîsa li polîtîkayên xwe yên qirkirinê dewam kir. Eş û kêfa xwe em ê bi hev re bi piştevanî bijîn.’’

Goksûngûr, anî ziman ku dewleta Tirk midaxeleyê komên alîkariyê kiriye ku ji bo bibin piştevan çûne herêmê û mirovên di bin kavilan de mane tevî xefriyatê avêtine devê çeman.

Hevseroka KCDK-E’yê, bi lêv kir ku dewleta Tirk bi rabûna erdhejê re dest bi xalîkirina herêmê ji mirovan û guhertina demogafiyê kiriye û got: ‘’Lewma alîkarî nehat kirin, kampanyayê alîkariyê ya HDP’ê jî asteng kir, nehişt ku alîkarî bigihîje ber destên gel.’’

Fatoş Goksûngûr di dawiya axavtina xwe bang li Kurdên dîasporayê û dostên wan kir ku tiştên ji milên wan werin divê bi hev re ji bo mexdûrê erdhejê bikin.

Li konê sersaxiyê piştgirî ji bo kampanyaya alîkariyê ku Heyva Sor dest pê kiriye, hat kirin.