Rêbazên Elmanyayê yên dijî Kurdan ne kêmî yên Tirkiyeyê ne

Yekîneyên dewletê ku li eyaletên Baden-Wurtembergê yên Elmanayê lebikîna bi Kurdan re kirine rojeva xwe, bi rêbazên ne kêmî yên Tirkiyeyê rêveber û endamên komeleyên Kurd bi zext, şantaj û teklîfa sîxûrtiyê krîmînalîze dike.

-''Ji bo ku hûn bibin hevserok û rêveber we serî li kê da, kê ev peywira we pejirand?''

-''Çima li şûna ku hûn biçin komeleyên din û bi civaka Elman re entegre bibin hûn bûne endamê komeleyeke Kurd?''

-''Li komeleyên xwe çima bi navê ''civîna gel'' hûn bernameyan datînin û çima hûn şervanên Kurd ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin?''

-''Çima hûn tenê alîkariyê ji bo Heyva Sor a Kurdistanê didin hev?''

-''Rêveberên komeleya we xebatên eniyê yên PKK'ê didomînin?''

-''Çima her sal di salvgera girtina Ocalan de hûn tevlî çalakiya li Strasboûrgê dibin?''

Ev ji wan pirsan in ku yekîneyên dewleta Elman li eyaletên Baden-Wurtembergê ji Kurdistaniyan dipirsin. Li gel ku bi çarçoweya yasaya komeleyan a destûra Elman hatine damezirandin û bûbe xwedî kesayatên sazûmanî jî hevserok, rêveber û endamên komeleyên Kurdistanî di hedefa yekîneyên ewlehiyê nexasim di hedefa rêxistina îstîxbarî ya navxwe Teşkîlata Parastina Destûrê de ne.

LI DIJÎ KURDAN KOMÎSYONEKE TAYBET LI SER KAR E

Ji bo ku rapirsîna Kurdan were kirin jî derkete holê ku ji memûrên Daîreya Biyaniyan, Walîtîyan, Midûrtiya Emniyetê û Teşkîlara Parastina Destûrê Komîsyonek hatiye avakirin. Ev komîsyon Kurdistaniyên ku têne şopandin bang li wan dike ku biçin walîtiyan, rapirsîna wan dike, bi ser de weke ku di hin mînakan de xuya dike sîxûrtiyê teklîfî wan dike û dema ku encamên dixwaze nastÎne jî gefê li wan dixwe ku rûniştina wan betal bike.

Li gorî agahiyên ku bi dest ANF'ê ketine li eyaletên Baden-Wurtembegê van mehên dawî bi kêmanî 20 Kurdistanî ji hêla komîsyonê ve hatine vexwendin û rapirsîna wan hatiye kirin. Bi ser de di rapirîsînê de ya derbarê rêveberekî Kurd ê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo ku bersiva komîsyon li bendê ye nedaye, li gel ku nakeve nav qada berpirsyariyê jî walîtî dikeve dewrê û hewl dide ku mafê rûniştinê betal bike. Lê biryara li ser aktivîstê Kurd ê ku îtîraz kirî û mijar birî darazê ji hêla dadgehê ve hate sekinandin.

Di mînakeke dî jî beriya vexwendina komîsyonê li ser rêveberkî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ê ku di nav sînorê eyaletê de bû bi zexta Teşkîlata Parastina Destûrê re rû bi rû ma. Kurdê ku nexwest navê xwe bide memûrekî ji teşkîlatê gotiye, ''Tu dixwazî bi me re bixebitî? Tenê tiştên ku li komeleyên dibin ji me re ragihîne.'' Aktivîstê Kurd jî gotiye, ''Heke bi îstîxbaratê re bixebitiyama, min ê dev ji Kurdistanê bernedaya û min xwe li welatê we nedigirt', piştî vê helwestê jî rapirsîna wî li komîsyonê hatiye kirin.

KOMÎSYON BI TAYBET ÊN ÎLTÎCAYAYÎ HILDIBIJÊRE

Komîsyon li gorî protokolên hevdîtinê ku bi hin Kurdistaniyan re kirî bi rêbazên ne kêmî yên dewleta Tirk ji bo ku Kurdan ji tevgera azadiya Kurd qut bike her cure rêbazê dixebitîne. Bi qasî ku ji jêgirtinan tê fêhmkirin pêşî bi pirsên basît û giştî dest pê dikin, dema ku Kurdistanî helwesteke polîtîk nîşan didin û sempatîya xwe ya li bara têkoşîna azadiyê nîşan didin komîsyon dikeve pozîsyoneke dî û pirsên ku komeleyên Kurd yên yasayî krîmînalîze dikin ji wan dipirsin.

Komîsyon bi taybet wan penaberên Kurdistanê hildibijêre ku xwe li Elmanyayê girtine lê hê jî serlêdana wan nehatiye qebûlkirin. Di mînakekê de ya ku li rojhilatê Baden-Wurtembergê hatî jiyîn dema ku komîsyon ji penaberê Kurd bersiva ku dixwest nastîne serlêdana îltîcayê bi carekê re biryar li ser hate standin. Her wiha Kurdistaniyekî mexdûrî şer li dijî biryara dersînorkirinê serî li dadgehê da û li heqê xwe geriya, vê gavê dersînorkirin hatiye rawestandin.

Ji 2011'an û ve li gel ku Partîya Keskan hevkarê desthilatê ye jî li Baden- Wurtembergê li Elmanyayê di serê wan eyaletan in ku Kurd pir têne krîmînalîzekirin. Rojeva sereke ya saziya îstîxbarî ya eyaletê û yekîneyên darazê xebatên çandî, siyasî, civakî yên Kurdistaniyan in. Li paytexta eyaletê Stûttgartê siyasetmedarên Kurd Veysel S., Agît K., Evrîm A. , Ozkan T. û Cîhan A. ji par ve têne darizandin. Darizandina 5 aktivîstên Kurdn 17'ê Îlonê dîsa dest pê dikin.