Ramanên Abdullah Ocalan di 'Rojên Xwendinê' de bû mêvanê xwendevanan
Kampanya Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan ku li ser bingeha felsefeya "Fikr nayên hepskirin” li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest pê kir.
Kampanya Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan ku li ser bingeha felsefeya "Fikr nayên hepskirin” li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest pê kir.
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de li çar aliyê cîhanê hatiye destpêkirin, li Boulevard Bookstoreyê rojên xwendinê hat lidarxistin.
Çalakiya li Cenevreyê ya di çarçoveya "Roja Pirtûkan a Cîhanê ya Ocalan" ku di 8'ê Kanûnê de hat îlankirin, ji aliyê Tora Serhildan a ku li bajarê Cenevreyê xebatên xwe yên enternasyonalîst didomîne û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) ve hat organîzekirin.
Li vir li ser esasê danasîna pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di dema afirandina felsefeya Modernîteya Demokratîk de bi xwendevanan re hevdîtin pêk hat.
Aktîvîsta Tora Serhildan Daniel Traub têkildarî çalakiyê ji ANF'ê re axivî û got: "Rojên pirtûkên Abdullah Ocalan ku di çarçoveya pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî‘ hat destpêkirin, kampanyaya di dema pêş de wê bi çalakiyên curbecur dewam bike.
Daniel Traub bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev nêzî 3 sal in tê meşandin û wiha domand: “Em bi vê kampanyayê dixwazin felsefeya ku Abdullah Ocalan li ser fikrên xwe afirandiye bigihînin hemû gelên cîhanê."
Traub anî ziman ku armanca wan ew e ku bi rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina bi malbat û parêzeran re pêk bînin û ev tişt anî ziman: “Weke qonaxa dawî em dixwazin Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe."
Li bajarên Zurîh, Bern û Bellînzona dê rojên xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê berdewam bikin.