QSD: Em ê pêşî li hemû êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser heremê bigirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê der barê êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser herêmê û geşedanên li Sûriyeyê daxuyaniyek weşand û got: “Em ê hemû êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser heremê têk bibin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê liv û tevgera çeteyên DAÎŞ’ê û geşedanên li Sûriyeyê daxuyaniyek da. QSD’ê diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê roj bi roj li Çolistana Hims û Dêrazorê ji kontrola hêzên hikûmeta Şamê derdikevin û got: “Ji bo pêşîgirtina li hewldanên çeteyan ên êrîşkirina li dijî herêmê û li dubarekirina senaryoya 2014'an, QSD'ê tedbîr girtine.”