Qonaxa duyemîn a meşa Hockenhwîm-Brûchsalê dest pê kir

Qonaxa Hockenhwîm-Brûchsal a meşa 6 rojan a Tevgera Ciwanên Şoreşger destpê kir.

Meşa 6 rojan a Tevgera Ciwanên Şoreşger a bi dirûşmeya “Dem hatiye, serî hilde, komployê parçe bike, Rêbertî azad bike” ya ku ji bajarê Elmanya Mannheîmê destpê kirî, qonaxa duyemîn a meşa dirêj li Hockenhîme-Brûchsal bi govendê dest pê kir.

Ciwan wê di meşa dirêj de belavokên ku qala rolê Ocalan a di aştiya Rojhilata Navîn de û berxwedana grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven hatin destpê kirin, belav dikin.

Meşvan wê îro 24 kîlometreyan bimeşin.

Meşvan wê roja 16’ê Sibatê li bajarê Strasboûrgê bi baskên meşên dirêj ên ji Basel û Luksembûrgê bigihin hev û bi beşdarbûna Kurdistaniyên li Ewropa wê bi mîtîngeke mezin Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê protesto bikin.