Qirkirina Şengalê li Ewropayê tê protestokirin

Li gelek bajarên Ewropayê êrîşên qirker ên DAÎŞ’ê ya li ser Êzidiyan tê protestokirin. Di çalakiyan de rola PKK’ê ya di rizgarkirina Êzidiyan de jî hate silavkirin.

Kurdıstanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn di salvegera qirkirina Êzidiyan a bi destê çeteyên DAÎŞ’ê daketin qadan.

STOCKHOLM

Li stasoyan navenda metro û Qada Sergelstorg a Stockholm a Swêd bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêd û Meclîsa Jinan a Amara çalakiyek hate kirin û qirkirina li ser Êzidiyan hate protestokirin. Di çalakiyê de hate gotin ku êrîşa DAÎŞ’ê qirkirina jinê ye û banga piştevaniya bi Êzidiyan re hate kirin.

LONDON

Li ser banga Meclîsa Gel a Brîtanya, Meclîsa Gel a Kurd a London û Însyatîfa Jina Kurd li paytexta Brîtanya Londonê li Qada Trafalgerê çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk hatin protestokirin. Di axaftinên hatin kirin de ev hate gotin: “PKK bi hewara civaka Êzidî hatin. Em hiştina PDK’ê ya civaka Êzidî ya di destê DAÎŞ’ê de jî ji bîr nakin.”

TOÛLOÛSE

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Toûloûse a Başûrê Fransayê hatin ba hev qetlîama Şengalê protesto kirin.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag a Hollandayê jî qetlîama Şengalê hate protestokirin û şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê jî hatin bibîranîn.