Qetlîama Hanaûyê di meha 6’an de hate protestokirin

Qetlîama ku li bajarê Haûnda ya Elmanyayê hate kirin di meha xwe ya 6’an de li bajarê Dûîsbûrgê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Çalakî li ser banga MIGRANTÎFA li Avendûnkplatzê hate kirin. Bi dehan kes tevlî mîtînga ku nîjatperestî hate şermezarkirin. Her wiha 9 kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn jî hatin bibîranîn.

Her wiha Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) Dûîsbûrg, Meclîda Jinan a Asya Yuksel, AGÎF û Antî-faşîst ên Elmanya tevlî çalakiyê bûn.

Di axaftinên hatin kirin bal kişandin ser polîtîkayên rastgir û nîjatperest ên li Elmanyayê pêş dikevin. Her wiha nerazîbûn nîşanî polîtîkayên koçber û penaberan krîmînalîze jî dike. Piştî axaftinan meşek hate kirin. Di meşê de banga tevlîbûna çalakiya ku wê 22’yê Tebaxê li Dusseldorfê bê lidarxistin, kirin.