Protestoyên li dijî qeyûm ên li Swêdê didomin

Xwepêşandanên li dijî dagirkeriya qeyûman a li ser şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê ya li Swêdê dewam dike.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Ûppsala ûsoderhamnê hatin ba hev ragihand ku wê desteserkirina dewleta Tirk nepejirînin. Di çalakiyan de bang hate kirin ku divê Yekîtiya Ewropa û hemû hêzên demokrasî yên hêzên mirovan diparêzin li dijî operasyonên qirkirina faşîzan ên AKP/MHP’ê rabin.

Li Qada Stortoget a navenda bajar Parlementera Partiya Çep Ilona Szatmarî Waldaû axivî û tayînkirina qeyûman li dijî nirxên bingehîn ên demokrasiyê ne. Waldaû got: “Ji erkê girtina hevşaredar û girtina HDP’iyan weke êrîşeke li ser xwe dibînin. Daxwaz dikin ku rêz ji vîna gelê Kurd re bigirin û hemû girtiyên siyasî berdin.

Berpirsa Têkiliyên Navneteweyî ya Herêma Ûppsala ya Partiya Çep Yekbûn Alp jî axivî diyar kir ku dagirkirina qeyûman tê wateya derbeya li dijî vîna gel û demokrasiyê.

Midûrê Şaxa Şaredariya Ûppsala Tobîas Smedberg jî desteserkirina qeyûman a ji bo şaredariyên HDP’ê weke derbe pênase kir.

SODERHAMN

Li ser banga Komîteya Piştevaniya Kurdistanê li navenda navçeyê bi çalakiyekê desteserkirina şaredariyan hate protestokirin. Endama Meclîsa Şaredariya bajarê Gevle Akgul Hajo axivî û qeyûm darbeyeke li dijî vîna gelan e.

Endama Meclîsa Şardariya Partiya Demokratî a Xiristiyan Marîa Hansson jî axivî û têkoşîna gelê Kurd ji nêz ve dişopînin û got: “Ez bi bawerim ku wê gelê Kurd faşîzma Erdogan têk bibin. Em jî li gel we ne. Ez dizanim heman demê Erdogan ne tenê faşîst e, dîsa qatileke jî.”

Serokê Komîteya Piştevaniya Kurdistanê Benny Gûstafsson jî diyar kir ku bi vê yekê re êdî rûyê Erdogan ê dîktatoriyê derketiye holê û got: “Êdî dem hatiye Ewropî vî faşîstî bide sekinadin.”