Pispor: Tirkiye bêyî Elmanya nedikarî SÎHA'yan çêbike

Pisporên ku li qenala televizyonê ya Elman ARD'ê axivîn gotin bêyî alîkariya Elmanya Tirkiye bi serê xwe nedikarî SÎHA'yan hilberîne. Pisporan gotin Roketsan rokêtên ku ji Elmanya standine kopî dikin û wiha hildiberînin.

Artêşa Tirk van demên dawî bi SÎHA'yan (Amûrên Hewayî yên Bêmirov) van demên dawî li Kurdistanê û Libyayê bêyî ku bê cezakirin komkujiyan dike.

Di bernameya 'Monîtor' a qenaleke televizyonê ya Elman de hate nirxandin ku di hilberandina SÎHA'yan de teknolojiya Elman bi çi rolê ye.

Di bernameyê de hate bibîrxistin dewleta Tirk bi SÎHA'yan li Rojava û Başûrê Kurdistanê komkujiyan dike û bersiva hikûmeta Angela Merkel a ku bersiv dabû Partiya Keskan hate bibîrxistin, ku hikûmetê gotibû, ''Ji bo artêşa Tirk serikê harpan firtoin Roketsanê ya ku ji bo artêşa Tirk û rokêt û moşekan çêdike.''

Pisporan li ser bersiva ku pêşî di ANF'ê de weşiyayî û tê de bi berfirehî agahî têne dayin bê ka hikûmeta Elman bi kîjan teknolojiyê û serikên moşekan difiroşe tespîtên girîng kirin.

Li gorî pisporên ku di bernameyê de axivîn Roketsan ji 2010'an û heta 2018'an serikên moşekan ku ji Elmanya kirîn û hijmara wan kêm e dest bi hilberandina wan kiriye.

Pisporê çekan ê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Brîan Castner got, ''Tirkiye çima gelek serikên moşekan stand? Ji bo ku hînî vê teknolojiyê bibe. Û Roketsanê bi kopîkirinê dest bi hilberandina vê teknolojiyê kir.''

Castner got teknolojiya ku ji Elmanya hatiye standin pir bi kêrî endezyarên Tirk hatiye, her wiha ji Weqfa Hesen Bariş û Lêkolînê ya Pevçûnê Sîmone Wîsotszkî jî di bernameyê de tespîtek kir û got ne bi alîkariya teknolojiya Elman bûya Tirkiye beriya 5-10 salan nedikarî ku vê teknolojiyê hilberîne.

Di bernameyê de tespîta wê hate kirin ku teknolojiya ku ji Elmanyayê hatiye standin ji bo hilberandina moşekan û SÎHA'yan avantajeke mezin daye Tirkiyê û hate diyarkirin 3 jinên Kurd ku 23'yê Hezîranê li gundê Helîncê ya Kobanê ji hêla SÎHA'yên Tirk ve hatibûne qetilkirin, sivîl bûne.

Di bernameyê de hate bibîrxistin dema ku Partiyên muxalîf ên Elman dema ku ji hikûmeta federal a bi serokwezîrtiya Angel Merkel pirsîn bê ka ,''Ev SÎHA li kûderê têne bikaranîn? Difiroşin kê?'' Hûn pê dizanin ku sivîl bi vê teknolojiyê têne kuştin?''  bi giştî hatiye gotin, ''Di dest me de agahiyeke wiha nîne'' û di bernameyê de wiha hate şîrovekirin: ''Ji ber ku Hikûmeta Federal naxwaze ku hîn bibe tim dibêje, nizanim.''