BI DÎMEN

Peymana Lozanê di 101’emîn salvegera xwe de wê bê protestokirin

Kurdistanî wê 101’emîn salvegera Peymana Lozanê protesto bike. Komîteya Rêxistina Çalakiyê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê û banga beşdarbûna meş û mîtînga 27’ê Tîrmehê kir.

Di 24'ê Tîrmeha 1924'an de bi Peymana Lozanê Kurdistan kirin çar parçe. Kurdistaniyên li Swîsreyê bi nêzîkbûna 101’emîn a peymanê amadekariya çalakiya protestoyî dikin.

Kurdistaniyên li Swîsreyê bi boneya 101’emîn salvegera Peymana Lozanê amadekariya çalakiyê dikin. YNK, Tevgera Goran, Rêveberiya Xweser a Rojava, KCDK-E, TJK-E, FEDA, KKP, PJAK, PYD, ESU, PÎK, NAV-DEM, Enstîtuya Kurd a Swîsreyê jî di nav de 36 pêkhateyên siyasî ji bo protestokirina Peymana Lozanê daxuyaniya hevpar dan û banga beşdarbûna meş û mîtînga ku wê 27'ê Tîrmehê roja Şemiyê saet 13.00'an li Lozanê pêk were, kirin.

'DEWLETA TIRK HEMÛ DESTKEFTIYÊN KURDAN HEDEF DIGIRE’

Komîteya Amadekar a ku ji bo amadekariyên mîtîngê binirxîne hatin gel hev, piştî civînê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê de hat dayîn de hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide hemû destkeftiyên Kurdan tine bike.

Li ser navê Komîteya Amadekar hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Cemal Ozdemîr û Dîlan Çetînkaya banga beşdarbûna mîtîngê li her kesî kirin.

Dîlan Çetînkaya diyar kir ku ew ê ti carî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê qebûl nekin û got ku bi boneya 101’emîn salvegera Lozanê divê Kurd li dijî vê dagirkeriyê bibin yek.

'EV PEYMANA KOMKUJÎ Û ZILMÊ YE'

Cemal Ozdemîr jî ev tişt anî ziman: "Em bang li gelê xwe û dostên xwe yên li Swîsreyê dikin ku werin em vê peymana ku ji roja hatiye îmzekirin û vir ve ji bilî qetlîam, rondikên çavan û zilmê tu feydeya wê ji bo gelê me tineye, protesto bikin.”

Meşa li Lozana Swîsreyê wê roja Şemiyê saet di 13.00 de li Place des Pionnieres destpê bike. Wê li qada Chateau D'ouchy a li kêleka Gola Lemanê ku piştî îmzekirina Peymana Lozanê pîrozbahî lê hatibû lidarxistin, mîtîng bê lidarxistin.