PE şaredariyên HDP'ê anî rojeva xwe

Li ser daxwaza komên siyasî yên li Parlamentoya Ewropayê (PE) derbarê desteserkirina şaredariyên HDP'ê li Desteya Giştî biryar li ser kombûna lezgîn hate standin.

Piştî ku 19'ê Tebaxê li Amed, Wan û Mêrdînê şaredarî hatin desteserkirin û qeyûm hatin ser şaredariyan ev ê li PE'yê were gotûbêjkirin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin biryar bi desteka çar komên siyasî hate standin.

Di gotebêjiyan de ku li Strasboûrge Pêrşemê wê werin kirin, komên siyasî wê fikrên xwe bibêjin.

Di kombûnê de wê nûnerên Konseya Ewropayê û Komîsyona Ewropayê jî hazir bin, tê payin ji 28 welatan parlamenter têkilî rewşa mafê mirovan a li Tirkiyê fikrên xwe diyar bikin.