Partî û rewşenbîrên Kurd bang kirin: Bi ruhê Kobanê li ber êrîşan rabin

Bi dehan partî, nûnerên sazî û rewşenbîrên Kurd ên nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, dan; banga bi ruhê Kobanê li ber êrîşan rabin, kirin.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Metîna, Zap û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê dom dike. Dagirkeriya Tirk a li ber berxwedana gerîla nikarin bi pêş ve bên, ji çar parçeyên Kurdisatnê bigire heta gelek deveran piştevaniya berxwedana bi gerîla re jî zêde dibe.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê gelek partî, sazî û rewşenbîrên çar parçeyên Kurdistanê bi rêya bernameya Zoom daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de banga bi ruhê Kobanê bibin parçeyek ji berxwedana gerîla hate kirin.

Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç: Ji her demê bêhtir îro gelê Kurd nêzî azadiyê ye. Ji bo vê dewleta Tirk êrîş dike. Ev êrîş ne li ser gerîla tenê ye, li dijî hemû destkeftiyên gelê Kurd e. Gerîla li ber xwe dide, mixabin hikûmeta Başûrê Kurdistan û PDK bêdeng in. Ev bêdengî di aliyekê de cesaretê dide qetlîamkeran. Banga me ji bo PDK’ê ev e; guh bidin dengê gelê Kurd, li ber van êrîşan rabin.

Heveroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad: Armanca êrîşan dagirkirina Kurdisanê ye. Ev ne hewldaneke nû ye, êrîşa vê carê dagirkirina hemû xaka Kurdistanê ye, dixwazin li wir bimînin. Armanc û hedef ev e.. Em KNK li gel berxwedan gerîlan e. Bang li hemû gelê Kurd dikin ku destekê bidin vê berxwedanê. Îro ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekîtiya netewî heye. Ji bo vê divê hemxw rêxistin û saziyên siyasî li ber êrîşan rabin û ji bo parastina destkeftiyên Kurdan têkoşînê bike. Roj roja bi hev re têkoşîn kirin û berxwedanê ye.

Parlementerê berê yê YNK’ê yê Iraqê Mûhsîn Osman: Berê Hîtler û Mossolonî çi kir, niha Erdogan heman tiştî dike. Erdogan nexweş e. Xwedî hişmendiyeke tûranî ye. Divê Kurd li dijî vê têkoşîn bikin. Divê li qada navneteweyî de bi dîplomasiyeke xurt bên tehşîrkirin. Kurd ji nebûna yekîtiya netewî hêzê digire û ji bo wê êrîş dike. Divê dawî li vê bînin.

Nûnerê Tevgera Goran a Ewropa Meran Merawdalî: Ev êrîş li dijî destkeftiyên Kurdan in. Em weke partî li dijî van êrîşanin, bang li hemû hêzên dikin ku li dijî vê derkevin. Ji ber ku ev êrîş heman demê li dijî xaka Başûrê Kurdistaê ye. Ji bo wê tavilê divê hikûmeta Başûr bikeve tevgerê.

Erkdarê Perwerdehiya Zanîngeha London Osman Îsmaîl: Siyasta Tirk a heyeî polîtîkaya qirkirin û mêtingeriyê ye. Sedsalên borî Ermenî û Asûrî qir kirin. Niha jî dixwazin Kurdan qir bikin. Dibe partî ramanên wan cihê be, lê divê xeta me ya sor Kurdistan be. Mixabin ew tine. Ji bo pêkhatina vê divê têkoşînê bikin.

Ji Partiya Komunîst a Kurdisan-Îran Çiya Mohemedî: Erdogan ê serkêşiya dewleta Tirk dike, dijminê Gelê Kurd e.Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê jî encamên vê ne. Divê hemû partî û saziyên Kurd vê bizanin; îro PKK be, sibe partiyên din ên Kurd in. Ji bo vê divê ev yek baş bê zanîn û li gorî wê siyaset bê kirin. Bang li gelê Kurd dikim, kî li kû dibe bila bibe, li dijî êrîşan rabe û dengê xwe bilind bike.

Rojnamevan û Nivîskar Guney Aslan: Êrşên dewleta Tirk gefeke li ser destkeftiyên gelê Kurd û siberoja wê. Demê dawî li kû destkeftiyeke gelê Kurd hebe dewleta Tirk êrîşî wir dike. Gav bi gav dixwaze Kurdistanê dagir bike. Divê hikûmet û partiyên Başûrê Kurdistanê vê baş bibîne. Dibe raman cihê bin, lê partî dikarin bên gel hev û li dijî rabin.

Endama Desteya Rêveber a PYD Ewropa Axîn Gulo: Çareserî di yekîtiya gelê Kurd e ye. Kongreya Netewî ye.

Alîkarê Serokê Mala Kurdan a Toronto Kawe Cebarî: Erdogan li serê gelê Kurd bûye bela, divê têkoşîna hevpar bê kirin.

Serokê Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V Dr. Adnan Emîn: Bang li hikûmeta Başûr dikim ku bibe xwedî vîn.

Ji Nûnerên Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriye ya Ewropa Mehmûd Dawid: Tirkiye bi polîtîkayeke Neo-Osmanî dixwaze xaka herêmê dagir bike. Li kû firsendê dibîne êrîş dike. PKK gerîla dike hincet, Başûrê Kurdistanê hêdî hêdî dagir dike. Başûrê Kurdistanê dengê cidî ber ranake. PDK serkêşiya vê dike. Parlementoya herêmê jî bi qasî wan sûcdar e. Deng dernaxe. Dengê xwe derxin, ji Erdogan netirsin. Çavakaniya hemû terorên li herêmê Tirkiye ye.

Nûnerê TEV-ÇAND’ê Kawa Ûrmiye: Divê gel bibe parçeyek ji berxwedana gerîla. Divê dawî li bêdengiyê bê anîn û dakevin qadan.

Nûnerê Partiya Îslamî ya Kurdisanê (PÎK) Ewropa Sebrî Eryîgît: Sed sal in li ser Kurdan zext û qetlîam hene. Ji bo dawî bûna vê PKK siberojeke. Divê em vê baş bizanin. Pirsgirêka esas Kurd bûna xwedî statû ya Kurdan e. Divê em jî li gorî vê tevger bikin.

Siyasetmedar Leyla Bîrlîk: Dîroka Tirkiye qirkirin û mêtingerî ye. Îro jî AKP-MHP vê yekê didomîne.

Hevserokê Meclîsa Dîaspora ya Şengalê Fîket Îgrek: Şervanên azadiyê çawa beriya niha Kobanê, Şengal û Hewlêr parast, wê îro jî Zap, Metîna û Avaşîn biparêze. Bang li hemû gel dikin ku bibin parçeyek ji berxwedana gerîla.

Nıvîskar û lêkolînerê Rûsya Ezîzê Cewo: Pirsgirêka Kurd a hebûn û tinebûnê heye, ji bo wê divê her kes li ber êrîşan rabe.

Endamê Desteya Rêvbeber a PJAK a Ewropa Îbrahîm Alîpoûr: Divê berjewendiyên netewî ya gelê Kurd bê esasgirtin.

Aktivîst Necîbe Qeredaxî: Xeteriya êrîşê ji texmînên herkes dike zêdetire; divê hemû hêz bikevin tevgerê.

Nûnerê Partiya Komunîst a Kurdistan a Ewropa Mohamed Hajî Ahmed Zeba: Li ber êrîşên dagirkeriyê ya Tirk derketin erkekî welatparêziyê ye.

Rojnamevanê ji Avûtralya Mansoûr Razaghî jî qala yekîtiya Kurdan kir.