Parlamenterên Ewropayê xwestin ku ji bo doza Kobanê çavdêr bê şandin

34 parlamenterên ji partiyên cuda yên li Parlamenta Ewropayê xwestin, Yekîtiya Ewropayê çavdêrekî bişîne ji doza Kobanê re ku wê 26'ê Nîsanê dest pê bike.

Parlamenteran ji Serokê Delegasyona Tirkiye Yekîtiya Ewropayê Nikolaus Meyer-Landrut re nameyek şandin û jê xwestin, ku çavdêrekî Yekîtiya Ewropayê ji bo doza li Enqereyê tayîn bike ku wê roja Duşemê dest pê bike.

Di daxuyaniyê de krîza protokolê ya çend roj berê ya li Enqereyê hate bibîrxistin ku di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê d rû da û hate ragihandin, nabe ku Yekîtiya Ewropa li pêşberî veguherîna otorîteriya bi meyla tundiyê ya li Tirkiyeyê bêdeng bimîne.

Wekîlan diyar kirin ku baweriya bi sîstema demokratîk a Yekîtiya Ewropayê li ser maseyê ye û destnîşan kirin ku divê Yekîtiya Ewropa doza Kobanê bişopîne ku tevî Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş 108 siyasetmedar lê tên darizandin.

Parlamenteran bi bîr xist ku xwepêşandanên di dema bûyerên Kobanê de hatin lidarxistin, ji bo bîranîna şervanên di berxwedana dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûn, hatin lidarxistin û diyar kirin ku di xwepêşandanan de ne tenê endamên HDP'ê, her wiha beşeke berfireh a gel tevlî bû.

Parlamenteran herî dawî bang li Meyer-Landrut kir ku çavdêrekî siyasî ji bo dozê tayîn bike.

PARLAMENTERÊN BANG KIRIN

Parlamenterên ku bang kirin:

Massimiliano SMERIGLIO, MEP S&D Alviina ALAMETSÄ, MEP Greens/EFA François ALFONSI, MEP Greens/EFA Pernando BARRENA, MEP The Left Brando BENIFEI, MEP S&D Malin BJÖRK, MEP The Left Antoni COMÍN I OLIVERES, MEP NA Gwendoline DELBOS-CORFIELD, MEP Greens/EFA Özlem DEMIREL, MEP The Left Sylvie GUILLAUME, MEP S&D Hannes HEIDE, MEP S&D Eva KAILI, MEP S&D Petra KAMMEREVERT, MEP S&D Stelios KOULOGLOU, MEP The Left Pierfrancesco MAJORINO, MEP S&D Erik MARQUARDT, MEP Greens/EFA Costas MAVRIDES, MEP S&D Martina MICHELS, MEP The LeftAlessandra MORETTI, MEP S&D Demetris PAPADAKIS, MEP S&D Dimitrios PAPADIMOULIS, MEP The Left Giuseppina PICIERNO, MEP S&D Manu PINEDA, MEP The Left Giuliano PISAPIA, MEP S&D Clara PONSATÍ OBIOLS, MEP NA Carles PUIGDEMONT I CASAMAJÓ, MEP NA Sira REGO, MEP The Left Andreas SCHIEDER, MEP S&D Guenther SIDL, MEP S&D Patrizia TOIA, MEP S&D Nikolaj VILLUMSEN, MEP The Left Bettina VOLLATH, MEP S&D Miguel URBÁN CRESPO, MEP The Left Salima YENBOU, MEP Greens/EFA