Owen: Bêdengiya welatên Rojava şerm e

Parêzvana mafê mirovan a îngilîz Margaret Owen ku 87 salî li dijî tecrîdê ketiya greva birçîbûnê ya 5 rojan, bêdeniya Welatên Rojava ya li hember bûyerên rû didin weke şerm pênase kir.

Parêzvana mafê mirovan û hiqûqnas Margaret Owen duh bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Paytexta Îngîltere Londonê ragihand ku dikeve greva birçîbûnê ya 5 rojan. Li gel Alî Poyraz, Nahîde Zengîn û Mehmet Saîd Yilmaz ên ji 14’ê Adarê ve di greva bêdawî û bêdoreveger de ne 15 çalakvan jî ketin greva bidorveger. Keşe Jeo Ryan ê Îrlandayî, Hunermend Maxîne Peake ya Îngilîz, Nivîskar Rahîlla Gûpta, Akademîsyen Thomas Jeffrey Mîley û Sendîkavan Stephen Smîley jî tevlî çalakiyê bûn.

BÊDENGÎ ŞERM E

Owen anî ziman ku mebesta wê ya tevlî çalakiyê bûnê ew e ku kêm jî be ji bo şikandina vê bêdeniyê ye. Owen wiha got: “Îro jî agahiya ku çalakvanekê li girtîgehên Tirkiye bi çalakiyeke canbexşane dawî li jiyana xwe aniye. Pir xemgîn im. Bêdngeiya dewletên Rojavayî, bêdengiya çepemenî û piştguhkirina van bûyerên rû didin hê zêdetir min diêşîne û aciz dike. Ev bêdengî şerm e. Ji ber vê tevî emrê xwe yê 87 ketim greva birçîbûnê. Ji bo şikandina vê tecrîdê ketime grevê.

BANG LI HIKÛMETA ÎNGILÎZ HATE KIRIN

Owen bang li hikûmeta Îngilîz kir ku erka xwe bi cih bîne. Owen got: “Rewşa Leyla Guven di asta herî krîtîk de ye. Her roja diçe rewşa 7 hezar girtiyan giran dibin. Carekî din li vir bang li hikûmeta Brîtanya dikim, li bûyer û qirkirinên li Tirkiyeyê pêk tên tenê temaşe nekin, çekan nefiroşin dewleta Tirk a gelê xwe qetil dike. Bila li pêvajoya aştî û demokrasiyê bê vegerîn û yê aştiyê jî pêk bîne Ocalan e.

Keşe Jeo Rayan ê Îrlandî jî got: “Ji bo pêkhatina mafên mirovan ên herî hesanî, mirov bendena xwe dana ber mirinê yek ji trajediya herî xedar e.” banga divê bi lezgîn dawî li tecrîdê bê.

Çalakvanên tevlî çalakiyê bibûn bang li hikûmeta Îngilîz kir û daxwaz kirin ku nebin hevkarên sûcên dewleta Tirk.

Alî Poyraz ê di grevê de jî spasdariyên xwe pêşkêşî Owen a bi biryardarî tevlî çalakiyê bûye kir û divê hemû Kurd vê biryardariyê bibîne.

Piştî axaftinan peyama ku wê ji bo Partiya Sînn Feînê bê şandin hate xwendin.